Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Berxwedana Kobanê bû bingeha tekane riya aştî û demokrasiyê’

 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê diyar kir ku berxwedana Kobanê bû bingeha sîstema fedral ku tekane riya aramî û aştiya li Sûriyê ye.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyê bi boneya salvegera 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da û got ku bi berxwedana Kobanê bingeha sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê hatiye danîn.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyê wihaye:

“Di destpêkê de emgelê xwe yê berxwedêr ê Kobanê û hemû gelên Sûriyê û mirovahiyê bi boneya 1’ê Mijdarê roja piştgiriya bi Kobanê re pîroz dikin. Em bejna xwe ji qehremanên me yên di berxwedana serdemê de cih girtin ditewînin û bi rêzdriyeke mezin hemû şehîdên Kobanê yên bi xwîna jiyana bi rumet afirandin bibîr tînin.

Berxwedana Kobanê ya tevahiya cîhanê hejand ji gelê kurd û gelên din ên herêmê re şer hebûn û nebûnê bû. Ne jê berxwedanê ba wê çeteyên DAIŞ’ê niha tevahî herêm dagirkiribana. Ji ber vê yekê berxwedana gelê me û şervanên me yên azadiyê bi vîneke ji pol nîşn dan bû riya serkeftinên siyasî û leşkerî yên li Bakurê Sûriyê. Berxwedana Kobanê berxwedana gelekî ku parstina hebûna xwe dikir, berxwedana jinên ku parsitna azadiya xwe dikin e. Di heman demê de berxwedana tevahiya mirovahiyê ye. Berxwedana Kobanê nirxên gelê kurd li her derê pêk anî, ji jinan re nirxên insanî û menewî pêk anî.

Di dema ku hin dewlet û di serî de Tirkiyê digotin Kobanê dê bikeve û digotin rizgarkirina nepêkane de Kobanê li ber xwe da û berxwedaneke bê hempa nîşan da. Keç û xortên Kobanê bi berxwedana xwe evsaneya dîrokî pêk anîn. Ne şaş e ku em bibêjin ku piştgiriya azadîxwazên cîhanê ya bi berxwedana Kobanê re bû yek ji sedemên ne ketina Kobanê. Li Kobanê mirovahî bise ket. Nirxên azadîxwazan biserket. Îradeya jinan a li dijî koletiyê biser ket. Bi vê yekê Kobanê bû bingeh û navenda komînal a tevahiya cîhanê.

Asta wêraniya li Kobanê pêk hat, rê li ber xeyalên ku insan birînên wê zû jibîr bike digirt, lê gelê Kobanê bi berxwedan û girêdana xwe ya bi xakê ve karîbûn di demeke kurt de Kobanê bikin bajarekî tijî jinan û mirovan. Girêdana bi jinyan û azadiyê hişt ku şêniyên Kobanê ji bermahiyên wêraniyê jiyanê biafirîn in. Tevî ku gelek hêzan soz dabûn ku di jinûve avakirina Kobanê de alîkariyan bikin, lê ev sozên xwe pêk nanîn. Destkeftiyên li Kobanê pêk hat bi îrade û hêza gelê herêmê pêk hat. Ev jî serkeftineke mezin bû.

Hemû berxwedaniyên li Kobanê di riya pêkanîna sîstema demokratîk û mafên rewşa a gelan re bû bingeh. Bi vê yekê Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan pêk hat. Ev dê bibe bersiva herî çak a ji bo bîranên şehîdên me yên qehreman. Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin ku bi hev re ji bo misogerkirina pêşerojê û pêkanîna sîstema demokratîk tekoşînê bikin. Di heman demê de em bi vê boneyê (roja piştgiriya bi Kobanê re) bang li hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz ên cîhanê dikin ku piştgiriya pirojeya fedraliya demokraîtk a li Sûriyê bikin. Ji be rev proje tekane riya aramî û aştiya li tevahiya SÛriyê ye.”

(dc)

ANHA