Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Berxwedana serdemê piştrast dike ku çarenûsa komploya navnetewî têkçûn e’

Video

QAMIŞLO – Kordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku berxwedana serdemê ya Efrînê piştrast dike ku çarenûsa komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkçûn e.

Bi boneya 19’emîn salvegera roja reş û komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêjî berdewam e û armanca komployê şikandina îradeya gelên herêmê û hevgirtina wan e.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku Rêber Ocalan ji bo azadiya hemû gelên herêmê têdikoşe û durişmeya netewa demokratîk bilind kiriye û girîngiyeke mezin dide pêşengtiya jinan di rizgarkirina civakê ji zihniyeta baviksalariyê.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku hemû destkeftiyên pêkhateyên herêmê bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan pêk hatine.

Kordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em weke endamên jin ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk komploya navnetewî ya li dijî Rêber APO bi tundî şermezar dikin. Em piştrast dikin ku komploya navnetewî bi berxwedna Kobanê û berxwedana serdemê ya Efrînê de têk diçe.

Em bang li civaka navnetewî û hemû rêxistinên sivîl û hiqûqî û dadgeha mafên microvan a Ewropa û gelên azadîxwaz dikin ku dîlgirtina Rêber Ocalan bi dawî bikin.”

(jh)

ANHA