Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berxwedana Şêxmeqsûd bexwedana jinê ye

DOSYA

SILÊMAN EHEMD-SOZDAR WEQAS

HELEB- Dema behsa berxwedana Şêxmeqsûd tê kirin, divê demildest behsa berxwedana jinan were kirin. Jinên Şêxmeqsûd di hemû qadên jiyanê yên leşkerî, siyasî û civakî de gelek tekoşîn da meşandin û bi hêz û tekoşîna xwe hemû beşên civakî di bin sîwana azadî, wekhevî û demkrasiyê de kirin yek.

Piraniya şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê kurd in. Di taxê de derdora 200 hezar welatiyên kurd jiyan dikin. Li kêleka wan welatiyên ereb, xiristyan û turkmen jî jiyan dikin. Di salên aloziya Sûriyê de piraniya şêniyên taxa Şêxmeqsûd bûn qurbaniyên kiryarên hêzên rêjîmê. Şêniyên taxê beriya aloziya Sûriyê jî ji ber kiriyarên hêzên rêjîmê gelek zehmetî jiyan kirin.

Şehadeta Gulê Selmo destpêk bû

Jina kurd Gulê Selmo li gundê Qitmê ya navçeya Şer a Efrînê jidayîk bû. Di nava malbateke welatêz de mezin bû. Piştî zewicî berê xwe dide taxa Eşrefiyê ya Helebê û li vir bi hevjînê xwe re dest bi jiyanê kir. Ji vir jî paşê berê xwe dan taxa Şêxmeqsûd û li wir jiyana xwe dewam kirin. Gulê Selmo li Şêxmeqûsd Tevgera Azadiyê nas dike û zêdeyî 20 salan tevlî çalakî û xebatên tevgerê yên li Helebê dibe. Di sala 2005ʹan de Yekîtiya Star tê damezirandin, Gulê Selmo fermî wekî endam tevlê xebatên Yekîtiyê dibe. Di sala 2012ʹan de piştî aloziya Sûriyê destpê dike, Gulê wekî endama Melîsa Gel a Taxa Şêxmeqsûd tê hilbijartin.

Piştî ku şoreşa gel a Sûriyê li gelek bajarên Sûriyê belav dibe û cemawer doza azadiya xwe dikin, gelê taxa Şêxmeqûsd jî bê deng namîne û dest bi meşên azadiyê kir. Di meşan de azadiya gelê kurd û hemû gelê herêmê dihate kirin. Di 10ʹê Adara 2012ʹan de welatiyên Şêxmeqûsd meşa mezin li dar xistin û doza azdiyê kirin. Pêxwazên rêjîmê ku bi mala ʺBegarîʺ têne naskirin gule li meşvanan reşandin û di encmaê de Gulê Selmo bi giranî birîndar bû. Tevlî hemû hewldanan Gulê ne hat rizgarkirin û piştî sê rojan an ku di 13 Adarê de Gulê şehîd dibe.

Dema Gulê Şehîd dibe, tevgera şêniyên taxê zêde dibe û berxwedana gel gûrtir û mezintir dibe. Jin, zilam û hemû beşên civakê li dijî pêxwasê rêjîmê rabûn ser piyan û tola Gulê Selmo rakirin. Welatiyan hemû navendên pêxwasê rêjîmê şewitandin û ew ji taxê derxistin.ELIFA HAC OSMAN

Endama Meclîsa Taxa Şêxmeqsûd Elîfe Hecî Osman ku Hevala herî nêzî ya Şehîd Gulê Selo ye li ser kesayeta Gulê Selmo ev tişt anî ziman: ʺGulê xwedî kesayetek xurt û bi hêz bû. Di roja tê de jiyana xwe ji dest da, min di dawiya rojê de wê dît. Me bihîst ku pêxwasên rêjîmê jinek birîndar kirine, lê min ne dizanî Gulê ye. Piştî çend saetan min nas kir ku Gulê birîndar bûye û piştî sê rojan jiyana xwe ji dest da.ʺ

Elîfe, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku şêniyên taxê wê rojê soza tolhildanê dan û wiha dom kir: ʺLi tevahiya kolanên taxê hêrsa tolhildanê mezin bû. Ciwanan hemû navendên pêxwasan şewitandin û bi temamî ji taxê derxistin. Em dikarin bêjin ku çirûska Şoreşs 19ʹê Tîrmehê ji vir destpêkir. Di encama berxwedana Şêxmeqsûd de şoreşa gelê kurd a li dijî rêjîmê destpê kir. Ew çirûsk heta roja me ya îro jî dewam dike. Em jinên taxa Şêxmeqsûd me soz da şehîd Gulê Selmo ku em ê şopdarên riya wê bin û em ê armanc û hêviyên wê pêk bînin.ʺ

Rêxistina bi hêz ji vir destpê kir

Piştî şehadeta Gulê Selmo şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êdî dest bi rêxistinkirina xwe kirin. Tabûrên xwe yên parastinê ava kirin. Hemû beşê civakê li ser bikaranîna çekan hatin perwedekirin û dest bi nobedariyên parastinê kirin. Destpêkê welatiyan bi tivingên nêçîrê (bombekşin) parstina kolanên xwe dikirin. Ji vir êdî berxwedana taxa Şêxmeqûsd li dijî hemû êrîşkaran mezin bû. Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne tenê di warê şer de xwe rêxistinkirin, lê belê di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin kirin. Li herdû taxan vekirina saziyan û avakirina Meclîsan hate destpêkirin. Êdî di hemû qadên jiyanê de gel xwe perwede kirin.

Li Şêxmeqûsd komkujî hatin destpêkirin

Di 6ʹê îlona 2012ʹan de balafirên rêjîma Baas beşê ku navê Mefûf lê tê kirin ji taxa Şêxmeqsûd bombebaran kirin. Di encamê de 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û derdora 17 kesan birîndar bûn.

Bombebaran û topbarana hêzên rêjîmê ya li ser taxa Şêxmeqsûd ranediwestiya, her di nav dem û demê de topên hawanê û bombe bi ser taxê de dibarandin.  Li aliyê din segvanên rêjîmê li taxên nêzî Şêxmeqsûd gule li welatiyên taxê dibarandin. Ji bilî bombebaran, topbaranê û guleyên segvanan embargoyek dijwar li ser taxê hate ferizkirin. Armanca ji hemû cûreyên êrîşan û kiryarên li ser şêniyên Şêxmeqsûd ew bû ku şêniyên taxê teslîm bibin. Ciwanên kurd ji aliyê hêzên rêjîmê û pêxwasên wan ve dihatin girtin û êşkence li wan dihate ferizkirin. Di taxa Eşrefiyê de pêxwasan çend ciwanên kurd êşkence kirin heta jiyana xwe ji dest dan.

Şêniyên Şêxmeqûsd li ber xwe dan û ji hêzên rêjîmê û pêxwasên wê re teslîm nebûn.

Êrîşa mezin ji aliyê opozisyonê destpê kir

Di dema hêzên rêjîmê û pêxwasên wan êrîşî taxa Şêxmeqsûd dikirin, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk jî dest bi êrîşan kirin. Êrîşên wan 5 salan bê navber dewam kirin. Êrîşa destpêkê di roja Cejna Qurbanê de bû. Di encamê de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 14 birîndar bûn. Ev êrîş li ser meşa aştiyane ku şêniyên taxê lidarxistibûn pêk hat.

Di roja 29ʹê Adara 2013ʹan de piraniya şêniyên taxa Şêxmeqsûd neçarî koçberiyê hatin kirin û ji ber topbarana bê ser û ber a komên çete yên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê ku bi çekên giran pêk hat, weletî neçarî koçberiyê bûn. Lê hinek malbat qebûl nekirin derkevin û di tevlî hemû êrîşan tevî zarokên xwe di taxê de man.

Êrîş ranewestiyan û di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên YPG/YPJʹê yên parastina taxê dikirin deşer derket. Ev şer bi hemû hêza xwe dewam kir. Komên çete yên bi navê Tabûra Xalid Heyanî, Lîwai El-Tewhîd û Xurebai El-Şam di êrîşên li ser taxê nobedarî dikirin. Ev êrîşên wan mehekê dewam kir. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xweji dest dan. Lê hêzên YPG û YPJʹê êrîşên çeteyan bê bersiv ne dihitşin û di encama bersivdayînê de derdora 60 çeteyî hatin kuştin û gelek birîndar bûn.

Di sala 2016ʹan de êrîşên komên çete li ser taxê daha dijwartir bûn. Di encamê de hejmara sivîlên şehîd bûn zêde bû, her wiha jêrzemîna taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatin hilweşandin. Vê carê 26 komên cûda yên çeteyên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digrtin êrîşeke berfireh anîn ser taxê. Êrîşkaran hemû cûreyên çekên giran û sivik bikar anîn. Herî zêde topên cûhenem ku ji cereyên gaxê dihatin çêkirin bi ser taxê de dihatin barandin. Her wiha fûzayên Fîl ku di qadên navdewletî de hatine qedexekirin û  çekên kîmyawî jî li dijî sivîlên Şêxmeqsûd hatin bikarînin.

Di êrîşan de jin û zarok jî di nava de zêdeyî 220 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û derdora hezar û 109 sivîl birîndar bûn. Tişta balkêş di dema çeteyan êrîşî taxê dikirin, êrîşên hêzên rêjîmê jî dewam dikirin. Gelek sivîlên din jî ji ber gaza kilor a jehrî ku li dijî taxê hate bikaranîn jehrî ketin. Di heman demê de gelek ziyanên madî di mal û milkên welatiyan de rû dan.

Jinên Şêxmeqsûd xeta berxwedana Gulê domandin

Dema şoreşa Rojava û Sûriyê hate destpêkirin jin bi awayekî çalak tevlî bûn û di hemû qadên jiyanê de rêxistina xwe ava kir. Jinan ji berxwedana Gulê Selmo tekoşîna xwe mezin kirin û bi sedan jinên tekoşer ên kurd, ereb, suryanî, turkmen, xiristyan û herwekî din tevlî hemû qadên berxwedanê bûn. Jinên Şêxmeqsûd ne tenê di aliyê leşkerî de xwe birêxistin kirin, lê belê di qadên civakî, siyasî û çandî de jî gavên mezin avêtin.

Jinên taxa Şêxmeqsûd di nava hemû saziyan de rola pêşeng girt ser milê xwe. Jinan navendên jinan li taxê ava kirin, her wiha 14 tabûrên leşkerî yên jinan avakirin, di qada siyasî de jî gelek çalakî û xebat  dane meşandin.Niha di taxê de zêdeyî 80 ji sedî jinan di nava saziyên sivîl û leşkerî de cih digirin.

(dc)

ANHA