Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berxwedanî hevsengiyan hildiweşîne

ANALÎZ

Azîz Koyloglu

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser hêzên şoreşger yên Şehbayê dijwar kirin. Rayedarên dewleta Tirk ji destpêkê ve pêwîstiya veşartina armancên xwe nedidîtin. Gelek caran bi eşkere digotin ku armanca êrîşên wan ‘hêzên şoreşger û bi taybet hêzên di bin sîwana QSD’ê kombûne ne’ ye. Bi êrîşên çend roje li ser Rojava giştî û bi taybet herêma Şahba ev carek din xuya bû. Ev çend rojin artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi hemû cûreyên çekan êrîşî gundên ji aliyên hêzên şoreşger ve hatine rizgarkirin dikin. Di van êrîşan de çekên herî pêşketî bikar tînin. Gelek caran bi balafiran êrîş pêk anîn. Bi vê jî nesekinîn, gundên Efrînê topbaran kirin.

Li beramberî ev êrîşên hovane yên dewleta Tirk, hêzên şoreşger ên ku ji Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk tên di nava berxwedaneke bêhempa de ne. Ev berxwedanî wê hevsengiya dema pêş diyar bike. Ji ber wê jî gelek hêzên li Sûriyê û Iraqê siyaset dikin, dixwazin dagirkeriya Tirk li gora berjewendiyê xwe bikar bînin. Lê hesabê wan pêk nayê û dibe ku berovajî hesabê wan encamek derkeve.

Eşkere ye ku dewleta Tirk ji bo xwe metirsiya herî mezin Kurd û hêzên demokratik dibîne. Dewleta dagirker ji bo gelê Kurd neghêje mafê xwe yên xwezayî û herêm demokratîze nebe çi ji destê wê tê dike. Bi vê armancê niha qala destwerdan û dagirkirina Mûsilê dike û dibêje ger ev neyê qebûlkirin plana wan ya B û C û hwd heye. Diyar dibe plana B dagirkirina Helebê û dorpêçkirina Rojavayê Kurdistanê ye. Ya C jî li Kerkukê eşkere bû. Êrîşa DAIŞ yên li ser Kerkukê plana dewleta Tirk ya C ye. Plana B ji xwe ev demeke bi dagirkirina Cerablus û Herêma Şahbayê re xistibû meriyetê. Li gora planên dewleta Tirk ya dagirker siyasetek pirr alî heye û gelek hêz heta niha ji bo wê helwestek cidî nîşan nedan.

Çima?

Niha gelek kes meraq dike ku çima him li Sûriyê, him jî li Iraqê wan hêzên dijber çawa di rewşa niha de bêdeng in.

Rûsan di siyaseta xwe de wenda kir

Piştî 15’ê Tîmehê ku lîstoka derba leşkerî ji aliyên hin kesan ve bi destê Erdogan ve hatibû pêkanîn, dewleta diktator a Erdogan xwest ku wê veguherîne qezencan û bi Rûsan re -piştî balafira wan xistibû- têkiliyên xwe germ kir. Ev aliyê wê yên aborî hebin jî,  her dû alî jî di vê mijarê de neçarî hev in, li ser Sûriyê û Iraqê bazarên siyasî jî dest pê kirin. Xala bingehîn jî Heleb bû. Rûsya hêvî dike ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi rêya Erdogan ji Helebê derkevin. Di civîna li Lozanê de diyar bû ku ev hatiye nîqaşkirin. Piştî vê civîna Lozanê bi gotinên Erdogan ku wî perspektîf daye Cebhet El-Nusra ku El-Qaida Sûriyê ye, ji Helebê derkeve.

Niha Rûsya li ser radestkirina Helebê ji aliyê Erdogan ve, rê da dewleta Tirk ku Cerablus û herêma Şahba dagir bike. Siyaseta Erdogan a bi Rûsan re heta niha ew ku hêvî bide, dem qezenc bike, lê pêk neyîne ye. Armanca dewleta Tirk ya dagirker di başûrê Mariê re xwe bigîhine bakûrê bajarê Helebê û di vir de korîdorekî bi Idlibê re vebike ye. Ev jî tê wateya Heleba ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin, vê carê yên dorpêçker bên dorpêçkirin.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker Nûredîn El-Zenkî vî aliyê pir eşkere li ser tora civakî gotibû ku wan “Qonaxa 4’emîn a operesyona Mertala Firatê, bi armanca dorpêçkirina hêzên rejîmê yên ku Helebê dorpêç dikin, dest pê dike”kirine.

Ev jî eşkere dike ku hesabên Rûsan ku çeteyên girêdayî dewleta Tirkin û niha him Idlibê him li Helebê bi rejîma Sûriyê û Rûsan re şer dikin, Helebê ji Rûsan re berdan zêdetir, dixwazin Helebê dorpêç bikin. Hêviyên Rûsan bi rêya dewleta Tirk a dagirker dibîne wê bibe poşmaniyekî vegera wê zahmet be. Daxuyaniyên çeteyên Ehrar El -Şam û Cebhet El-Nusra yên digotin em ji Helebê dernakevin jî, şikestina siyaseta Rûsan ya pişta xwe bi dewleta Tirk ve daye girêdan pêşrast dike.

Rûsan bi rêdayîna dewleta Tirk a dagikeriya Rojava-Bakûrê Sûriyê xwest nakokî têxe nava dewleta Tirk û Amerîka. Erdogan vê siyaseta Rûsan ji bo xwe kir dardestek tirsandina Amerîka. Xuya ye di vê de jî serkeftî ye. Lê wek Rûs hêvî dikin nakokî nakevin navbera Amerika û dewleta Tirk. lewra her du alî jî ji navikê biheve girêdayî ne.

Amerîka çima bêdenge?

Dewletên Yekbûyî yê Amerîka li Sûriyê siyasetek pir alî dilîze. Ji aliyekî ve dixwaze di şerê li dijî DAIŞ’ê de hêzên şoreşger ji bo armancê xwe bikar bîne, ji aliyekî din ve jî bi dewleta Tirk re dinava hevkariyê de ye. DYA ger bi rastî bawer bikira ku Rûsan û dewleta Tirk li ser valakirina Helebê li hev kirine û li beramberê wê rê dana dewleta Tirk Şahba dagir bike, ji rewşa niha a Tirkan bêdeng nedima. DYA jî bi armanca ku dorpêça Helebê bê şikandin û bandoriya Rûsan li Sûriyê lewaz bike, destek dide Tirkan. Gelek çavdêr dibêjin ku leşkerên Amerîkî jî di van êrîşên li dijî Şehbayê û hêzên Şoreşger de cihê xwe girtine. Qaşo şerê DAIŞ û dewleta Tirk ku yek ji armancê DYA bû, ev jî di çarçovaya lîstokan dewam dike. Dewleta dagirker ya Tirk û DAIŞ tu carî şer nakin.

Îran…

Ji bo Îran Heleb zêdetir, Şiîyên navçeyên Nibul û Zehra girîng in. Ev dagirkeriya dewleta Tirk yek jê ji nûve dorpêçkirina Nibul û Zehra ye. Bi vê dixwaze di navbera bakûrê Helebê û Idlibê de korîdorek veke. Ger ev bibe wê hesabê Îran yên herêmê hilweşîne. Îran li Sûriyê ne jî Iraq li dijî siyaseta dewleta Tirk dinava her cûre hewldanan de ye. Ji ber ev dagirkeriya dewleta Tirk her çend ji Kurd û hêzên demokratîk bi hêz nebe wek derfettek dibîne jî, lê di encam de lewaziya siyaseta wê ye.

Hesabê wan pêk nayê

Ji niha ve diyar e ku çeteyên dewleta Tirk Helebê vala nakin. Ev jî hevkariya dewleta Tirk û Rûsan ku Rûsan ji bo wê rê dan Tirk derbasî herêma Şahba bibe, encam nagre. Hêzên Şoreşger ji niha ve siyaseta dewleta Tirk û hevkarê wê vala derxistine. Li hevdûhatinên demkurt yên hêzên nakok jî ji niha ve belav dibin. Amerika bi dewleta Tirk ve nagihêje armancên xwe, ji xwe Rûs jî hîç nagihêje.