Têkilî | Derheqê me de

Berxwedaniya Şehba û Efrîn silav kirin

 HELEB – Bi sedan pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa Tirkiyê û çeteyên wê li ser herêmên Şehba û Efrînê şermezar kirin.

Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd ji bo şemezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa Tirkiyê li ser herêmên xwepêşandan birêxistin kir.

Bi dehan pêkhateyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, şervanên YPJ/YPG`ê, hêzên Asayîşê û endamên HPC`ê tevlî xwepêşandanê bûn.ZILAN

Di xwepêşandanê de pankartên li ser hatibû nivîsandin` Azadiya APO azadiya me ye, Bê Serok jiyan nabe, Em çawa li Kobanê û Şêxmeqsûd biserketin em ê li Efrîn jî biserbikevin`.

Xwepêşandan ji pêşiya salona civînan a taxa Şêxmeqsûd destpê kir û heyanî kolana El-Işrîn domand. Di xwepêşandanê de dirûşemeyên berxwedaniya herêmên Şehba û Efrînê silav dikin, hatin berzkirin.

Piştî deqeyekê rêzgirtine Rêveberiya Kongreya Star Zîlan Heleb, Rêveberiya Meclîsa TEV-DEM`ê Sakîne Çerkez, Endama MSD`ê Fatma Hisêno û rêveberiya PYD`ê Nehle Mustefa axivîn.

Axavtivanan di nava gotinên xwe de êrîşa Tirkiyê li ser herêmên Şehba, kantone Efrînê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Xwepêşandan bi dirûşmeya Bijî Rêber APO, Bijî berxwedaniya herêmên Şehba û Efrîn bi dawî bû.

(np)

ANHA

HELAB-MES-JI-BO-EFRIN (3) HELAB-MES-JI-BO-EFRIN (4) HELAB-MES-JI-BO-EFRIN (6)