Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Beşdarbûna hilbijartinan dilsoziya bi şehîdan re ye`

HAT NÛKIRIN

KELSÛMA ELÎ

DÊRIK – Gelek endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ên herêmên Bakûrê Sûriyê bang li hemû welatiyan kirin ku ji bo dilsoziya bi şehîdan re beşdarî hemû qonaxên hilbijartinên Fedraliyê bibin.

150 nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan ên herêmên Bakûrê Sûriyê di civîna salane ya meclîsên Malbatên Şehîdan de amade bûn û gotin xurtkirina fedraliyê û beşdarbûneke xurt di hilbijartinan de dilsoziya bi şehîdan re ye.

Gelek endamên ku beşdar bibûn, bang li hemû welatiyan kirin ku beşdarî çalakiyên hilbijartinan di hemû qonaxên wê de bibin.

QHREMAN

Endamê rêvberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Qehreman Mihemed got ku hemû destkeftiyên gelên Bakûrê Sûriyê bi saya lehengiya şehîdan pêk hatin û parastina van destkeftinan tê wateya dilsoziya bi şehîdan re û wiha dom kir: ʺBi navê malbatên şehîdan de em bang li hemû malbatên şehîdan û hemû welatiyan dikin ku beşdarî hilbijartinan bibin.”

ALI AWRIYN

Endamê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrîkê Elî Oryan derbarê mijarê de bang li hemû malbatên şehîdan kir ku xwedî li şehîdên xwe derkevin û wiha dom kir: ʺEv proje bi saya xwîna şehîdan hatin avakirin, ji bo wê divê ku em beşdarî hilbijartinan bibin û xwedî li şehîdên xwe derkevin, em bibin mînaka biratiya gelan, edalet û mirovahiyê ji hemû cîhanê re pêk bînin.”

AZAD RKAT

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Azad Berekat jî wiha got: ʺProjeya ku em pêşiniyar dikin, biratiya gelan diyar kirin, her pêkhateyek bi çand û nasnameya xwe nûnertiya xwe dike, ji bo wê hilbijartin pir girîngin.”

AREF ALI

 

Hevserok Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê Arif Balî jî li ser rola komînan di xurtkirina jiyana hevbar de axivî û wiha got: ʺEm wek malbatên şehîdan piştgiriya hilbijartinên fedraliyê û taybet hilbijartinên komînan dikin, ji ber ku tê wateya jiyana hevkar û projeya Rêber APO, ji bo wê em bang li hemû welatiyan dikin ku berê xwe bidin sandoqên hilbijartinan.”

(jo)

ANHA