Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Beşdarên Newrozê ji dijberan re çi gotin?

ANALIZ

DILYAR CEZÎRÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Newroza îsal ku li Bakurê Sûriyê hate lidarxistin, hemû planên dijber vala derxistin. Di şahiyan de pêkhateyên Barkuê Sûriyê ji Astana, Cinêv û hemû cîhanê re gotin tenê ev riya çareseriyê ye.

Di roja 21ʹê Adarê de li 11 herêmên Bakurê Sûriyê şahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Li Paytexta Sûriyê Şamê jî bi sedan welatiyên kurd û dostên wan Newroz pîroz kirin. Hemû şahî bi beşdarbûna dehezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan hatin gerandin û heta saetên êvarê serkeftî derbas bûn. Di roja 20ʹê Adarê de jî pêkhateyên Minbicê Newroz bi coş û heycana pîroz kirin.

Ji ber coş û heyecana welatiyên ku ji saetên sibê ve ber bi qadên şahiyan ve diherikîn, her kes matmayî ma.  Ji ber ku beriya şahiyên Newrozê pêk werin gelek antîpropogandayên wekî ewlekarî nîne, di şahiyan de dê coş nebe, neçin Newrozê  dihatin kirin. Ne tenê wiha li ser daxuyaniya hêzên Asayîşê ku hin biryaryên ewlekariyê tê de hebûn, hin derdoran îdaya ku şahiyên Newrozê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye qedexekirin, hatin kirin.  Ji ber îdayan kesên di pêkanîna şahiyan de di nava xebatan de bûn, dixwstin hema şahî serkeftî pêk werin, lê bawer ne dikirin dê ewqas girse di qadan de kom bibin.

Coşa gel bersiva herî xurt bû

Lê di Roja Newrozê de û ji saetên sibê ve li hemû bajaran bi dehezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan berê xwe dan qadên şahiyan û cejna vejînê pîroz kirin. Tişta ku bala her kesî dikşand, sîstema ewlekariya parstina qadên Newrozê bû. Ji destpêka riya diçe qadên şahiyan, bendên kontorlê yên hêzên Asayîşê û hêzên Parastina Civaka Sivîl hatibûn danîn. Hemû erebe di zêdeyî bendekê de dihatin kontrolkirin. Erebe dûrî qadên şahiyê bi sedan metran hatin rawestandin û gel bi meşê ber bi qada şahiyê ve ketin rê.

Di hemû qadan de deriyên ketina qadê hatibûn çêkirin û her kes bê cûdahî dihatin kontrolkirin.  Vê yekê rehetî li gel welatiyan çêkir û bû sedema ku kesên di êvara Newrozê de digotin em naçin şahiyê nerîna xwe bighere û biryar bide ku berê xwe bide qada Newrozê. Ev yek bû sedema ku pêla gel ya ber bi qadên şahiyên ve diherikin bû wekî lehiya ku ji ber tavên buharê pêk hatiye ye.

Cûdahiya îsal çibû?

Tişta ku Newroza îsal ji salên din cûdatir dikir ew bû ku ne tenê kurd, lê belê welatiyên ji hemû pêkhateyan li qadan kom bibûn û bi yek dengî bêjin ku rihê berxwedana Newrozê rihê jiyana hevbeş û biratiya gelan e. Ev dîmenên ku di Newroza îsal de derketin pêş, peyama ku dijber çi bikin bela bikin, tu kes wê nikaribe vîna pêkhateyên Rojava-Bakruê Sûriyê bişkîne, tu hêz nikare fedarliya Demokratîk a Barkuyê Sûriyê asteng bike, bû. Di vê Newrozê de şervanên Azadiyê jî li hemû qadan parstin dikirin, li Reqqayê li dijî çeteyan pêşketinên mezin bi dest dixistin, di heman demê de gelê herêmê bi coş û heyecan şahî û dîlanên azadiyê digerandin. Ev peyama herî mezin a serkeftinê bû.

Newroza Îsal ji hemû gelê Sûriyê re bû hêvî

Yek ji qadên ku şahiya wê ya Newrozê îsal herî balkêş bû bajarê Helebê bû. Şahya li vir bi beşdarbûna hemû pêkhateyên taxên rojhilatê Helebê yên ji aliyê şervanên YPG/YPJʹê ve hatine rizgarkirin bûn. Şahiya li vir piştî çend sal ji berxwedaneke dîrokî pêk hat. Em dikarin şahiya Helebê berhem û encama berxwedana mezin a şêniyên taxa Şêxmeqsûd nîşan bidin. Serkeftina li vir û li tevahî herên Bakurê Sûriyê ji şandeyên rêjîma Sûriyê û hêzên opozisyonê yên li Astana û Cinêvê qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dicivin re bersiv bû. Gelê ku beşdarî şahiyên Newrozê bûn ji derdorên ku dicivin re gotin, heger hûn bi rastî dixwazin aloziya Sûriyê çarser bikin, werin li berxwedan, hevgiritin û biratiya Bakruê Sûriyê temaşe bikin. Heger çareseriyek aloziya Sûriyê hebe, incex destkeftiyên Rojava-Bakurê Sûriyê nimûne û mînaka wê ya herî baş be.