Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Beşek ji alîkariyên Amerîkayê gihişte Reqa

REQA – “Bernameya Alîkariyan a Amerîkayê” di çarçoveya piştgiriya xwe ya ji bo xebatên jinûve avakirina bajarê Reqayê hin alavên giran û maşîne pêşkêşî Meclîsa Sivîl a Reqayê kir.REQA-ALIET-BAXIGRINI-3

Beşeke ji van alavan îro gihiştin bajarê Reqayê. Di nava wan de 4 lordên giran, 4 beldozer û 9 maşîne hebûn. Tê payîn di nava çend rojên pêş me de beşekî din jî bigihêje bajêr.

Serokê Buroya Rêxistinan a Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdulselam Hemsork got ku berê jî alîkariyê bi vî rengî hatin dayîn û dê hîna jî alîkarî ji bo meclîsa sivîl werin pêşkêşkirin.

(rr/he)

ANHA