Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Beşên nû li peymangehên herêma Efrînê zêde bûn

Narîn Emîn

EFRÎN – Bi armanca pêşxistin û zêdekirina derfetan û pisportiyên xwendekaran, rêveberiya peymangehên herêma Efrînê li ser daxwaza xwendekaran beşên nû li peymangehan zêde kirin.

Bi nêzîkbûna demsala xwendiniyê ya peymangehan ku tê payîn di 1’ê cotmehê de were destpêkirin. Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya li kantona Efrînê ya Herêma Efrînê îsal beşên nû vekirin da ku asta çandî û zanistiyê di peymangehê de bilindtir bike.

Beşên nû li rex beşên berê hatine vekirin ev in: “Felsefe, Xaknîgarî, Dîrok, Zanista Civakî, Jinolojî” her wiha beşekî din a mamsotetiyê ya taybet ji pêkhateya Ereb re li rex beşê mamostetiyê ji bo pêkhateya Kurd ku berê di peymangehê de dihat perwerdekirin.

Vekirina van beşên nû di peymangehê de li ser daxwaza xwendekaran pêk hat, nemaze ji ber ku xwendekaran di dibistanên navîn û amadeyî de madeyên girêdayî van beşan xwendine û pêwîst bû ku evan beş di peymangehê de bêne vekirin û kadroyekî perwerdehiyê ku karibe nifşên zaniyar ava bike, were avakirin.

Rêveberiya peymangehê bi hemû derfetên xwe hewl dide hemû pêdiviyên pêwîst peyda bike û kadroyeke pispor ji bo perweredekirina di van beşên nû de amade kirin û beşdarî akademiyên civaka demokartîk kirin her wiha meteryal û bernameyên sîstematîk ji van beşan re amade kirine.

Meteryalên van beşên nû girêdayî rastiya dîroka şoreşên cîhanê û di serî de şoreşa gelê Kurd û têkoşîna wê ne, her wiha dîroka zimanê Kurdî û zimanên din, dîroka Kurdistanê, dîroka Rojhilata Navîn û dîroka felsefe û zanista exlaq û estetîk, xaknîgariya gerdûnê û herçarparçeyên Kurdistanê û dîroka giştî ya jinan.

Di vê derbarê de rêveberê beşa peymangehan li herêma  Efrînê Delîl Hesen di derbarê guhertinên di sîstema peymangehan de axivî û wiha got: “Me li ser daxwaza xwendekaran xwest ku guhertinên nû di sîstema peymangehan de were çêkirin û di çarçoveyeke girtî de nemîne. Me xwest ku xwendin di beşên cûda û pispor de were meşandin da ku şagirt karibin bi temamî madeyên din bişopînin. Mînak beşê dîrokê ne tenê xwendina dîrokê ye lê belê semînerên girêdayî xaknîgarî, zanista civakî, jinolojî tên pêşandan, lê bi awayekî kurtasî.”

Di derbarê peymangehên pîşeyî de jî Hesen wiha domand: “Weke rêveberiya peymangehê me xwest di destpêka demsala xwendiniyê ya îsal de em guhertinekê di pergala peymangehan de pêk bînin û peymangeh dabeşî du beşan dibin. Beşk ji wan girêdayî peymangehên pîşeyî ne ya din jî taybet bi zimanê Kurdî ye. Me hemû peymangeh xistin bi sîwana Peymangeha Şehîd Viyan Amara û êdî hemû peymangehên pîşeyî (çandiniyê, tenduristî, zanistî, zimanê Kurdî, kompyuter û Fîziya) girêdayî Peymangeha Şehîd Viyan Amara ne.”

Rêveberê beşa peymangeha Delîl Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hêvî ne hemû xwendekarên herêma Efrînê berê xwe bidin peymangehan û ji bo xizmeta civakên xwe û belavkirina hişmendiyê di nava ciwanan de bixebitin da ku rêgezên netewa demokratîk pêk werin.”

(jh)

ANHA