Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi amûrên kevnar berberiyê dike

NÛRA ELÎ

EFRÎN – 47 sal in berberiyê dike, amûr û alavên kevin ên berberiyê ku ji bavê xwe wergirtine bikar tîne.EFRIN-NUCE-LI-SER-KARE-HELAQEYE (1)

Welatiyê bi navê Mihemed Tahir ku bi navê Bavê Celal tê nasîn pîşekariya berberiyê ji 47 salan ve dike. Bavê Celal diyar kir ku ew li taxa Bustan Paşa yê bajarê Helebê bi cih bibû, lê di encama hovîtiya çeteyan de ew neçar maye ji taxa xwe koçber bibe û hemû amûr û alavên kevin ên berberiyê li paş xwe hiştin. Lê piştî tax ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê hate rizgarkirin, Bavê Celal vegeriya û amûrên xwe yên berberiyê wergirtin û li bajarê Efrînê ji nû ve dukaneke berberiyê vekir.

Bavê Celal di sala 1955’an de ji dayîk bûye û ji 15 saliya xwe ve pîşekariya berberiyê dike. Tevî ku Bavê Celal bi temenê xwe mezin bûye lê hêjî dest ji pîşekariya xwe bernedaye.

Ji ber ku Bavê Celal berberekî kevin e, gelek welatiyên temen mezin jî porê xwe li ba wî çêdikin, nemaze Bavê Celal dema ku por kesekî diqusîne di ber re çîrokên kevnar vedibêje.EFRIN-NUCE-LI-SER-KARE-HELAQEYE (5)

Piraniya amûr û alavên Bavê Celal ên kevnar in, her wiha çarçoveya nînika wî jî textî ye û ji bavê xwe wergirtiye, her wiha dîwarên dukana xwe jî bi wêneyên kevin xemilandine.

Bavê Celal di derbarê debara xwe de jî got ku di van demên dawî de ew gelek astengiyan dikişîne, nemaze ji ber ku dukana wî bi kirê ye û qezenca dukanê têra debara wî nake û wiha domand: “Hezkirina min ji vê pîşeyê re gelekî mezin e, ev yek dihêle ku ez karê xwe berdewam bikim.”

(jh)

ANHA

EFRIN-NUCE-LI-SER-KARE-HELAQEYE (4) EFRIN-NUCE-LI-SER-KARE-HELAQEYE (2)