Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi avakirina meclîsan welatiyên herêmên rizgarkirî tên birêxistinkirin

Xalid El-Cumaa

EYN ÎSA – Komîteya Avakirina Meclîsan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqqayê hewl dide hemû meclîsên gund û bajarokên gundewarê Reqqayê û navçeya Eyn Îsa ava bike. Komîteyê heta niha 4 meclîs li herêmên rizgarkirî ava kirine û xebatên xwe berdewam dike.

Piştî ku gund û bajarokên gundewarê Reqqayê û navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ya Herêma Feratê ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û jiyan li van deveran hate vejandin, welatiyan dest bi avakirina meclîsên xwe kirin û gelek komîteyên girêdayî van meclîsan avakirin da ku xizmet û rêxistina welatiyan bikin.

Piştî ku Meclîsa Sivîl a Reqqayê di 18’ê nîsana îsal de hate damezrandin, gelek komîte aktîf kirin û di nava wan de Komîteya Avakirina Meclîsan ku birêxistinkirina welatiyan li herêmên rizgarkirî digire ser milên xwe.

Komîteyê ji dema hatiye avakirin ve zemîna avakirina meclîsan di nava welatiyan de ava kir û pêwîstî û girîngiya van meclîsan ji wan re şîrove kir. Komîteyê heta niha li bajaroka Keramê, gundê El-Hêşe, gundikên El-Xatûniyê û El-Qehtaniyê meclîs ava kirin.

Di vê derbarê de, Endamê Komîteya Avakirina Meclîsan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqqayê Mihêdî El-Hemûd diyar kir ku rola komîteyê di xizmet û birêxistinkirina welatiyên herêmê de gelekî girîng bû.,

Mihêdî El-Hemûd destnîşan kir ku Komîteya Avakirina Meclîsan hewl dide li seranserî gundewarê Reqqayê û navçeya Eyn Îsa welatiyan bi riya komîte, komîn û meclîsan birêxistin bike. El-Hemûd destnîşan kir ku komîte niha ji bo avakirina meclîsên gundên El-Reşîd û El-Xatûniyê di nava xebatan de ye.

Endamê Komîteya Avakirina Meclîsan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqqayê Mihêdî El-Hemûd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku welatî bi wan re hevkar in û ev yek xebatên wan hêsan dike û dazanîn ku ji ber nêrîna ku çeteyên DAIŞ’ê di serê welatiyan de çandiye ew di destpêkê de rastî hin astengiyan hatin, lê bi saya xebata kadroyên komîteyê wan ev astengî derbas kirine û niha rihê demokrasiyê û jiyana hevbeş di nava welatiyan de belav dikin.

(jh)

ANHA