Têkilî | Derheqê me de

Bi awayekî kolektîf pira El-Nehda temîr kirin

Dîmen

XALID EL-CÛMA

EYN ÎSA-Şêniyên gundê El-Nehda pira tekane yadi navbera bakur û başûrê herêmê de temîr kirin. Bi vê yekê êdî bare cotkarên herêmê sivik dibe û bi vê yekê dikarin bi hesanî bicin nava zeviyên xwe û av bidin.EYNISA-CIKIRINA-PENDAVA-EL-NEHDA (1)

Çeteyên DAIŞ‘ê di dema ku navçeya Eyn Îsa dagir kiribûn de, gund û malên tê de hilweşandibûn, her wiha pira di navbera gundê Selheviyê û Nehda ya dikeve bakurê rojavayê Reqayê rûxandin û kenala avê ku çavdêriya tekane ya ku cotkar pê zeviyên xwe av didin û ava xwe ya vexwarinê peyda dikin jî girtin.

Piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê Hêzên Sûriyeye Demokratîk ve û vegera ewlekariyê, şêniyên herêmê ji bo temîrkirina pirê ketin tevgerê.EYNISA-CIKIRINA-PENDAVA-EL-NEHDA (3)

Girîngiya temîrkirina pira El-Nehda

Pira El-Nehda ser kenala El-Raha ya gundê El-Nehda ya 18 kîlometreyan dikeve bakurê rojavayê Reqayê ye. Ev pir tekane riya ku şêniyên aliyên bakur ên navçeyê dikarin biçin nava zeviyê xwe yê li aliyê din ê kenalê.

Li aliyekî din ve jî, cotkarên herêmê bi van kenalên avê, zeviyên xwe av dikin. Girtina kenalan bi sedemên rûxandina pirê bû sedema qutbûna avê, bandoreke neyînî li ser rewşa çandiniyê kir.

Şêniyên gund bi awayekî kolektîv tekane riya kenalê avê vekirin û ji bo avadana zeviyan jî barê hin cotkaran sivik kir.

Derbarê mijarê, yek ji şêniyên gund bi navê Salih El-Ebdullah diya kir ku ev pir ji bo wan gelekî girîng e û wan bi rengekî kolektîv temîr kirin.

Salih El-Ebdullah got: “Ez li ser temîrkirina pirê disekinîm, welatiyên gundê me û gundên derdora me bûn alîkar, me du melyon û nîv Lêreyên Sûrî alîkar kom kirin da ku vê pirê temîr bikin.”

Welatiyê bi navê Xalid El-Zahir jî anî ziman ku welatiyan riyek a peydakirina ava vexwarinê û avadana zeviyan xistin meryetê de û ava peyda kirin.

Xalid ev pir wekî rehê herêmê bi nav kir, ji ber ku tekane riya di navbera bakur û başurê herêmê de ye.

(bb)

ANHA