Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi boneya Newrozê girtî serbest hatin berdan

HAT NÛKIRIN

2017-3-20-AMUDE-ASAYISA-AMUDE-GIRTI-SERBEST-BERDAN 1NAVENDA NÛÇEYAN- Bi boneya cejna Newrozê li bajarê Amûde, Efrîn, Dêrikê û Girke Legê bi dehan girtî serbest hatin berdan.

AMÛDE

Li ser biryara efûya giştî ya Meclîsa Zagonsaz a kantona Cizîrê Hêzên Asayîşê yên bajarê Amûde girtiyên ku ketin ber vê efûyê de serbest berdan.

EFRÎN

Bi boneya cejna Newrozê Dîwanê Dada Civakî ya herêma Şahba, Hêzên Asayîşê û Meclîsa Şahba 10 girtî serbest berdan. Girtî ji gundê Mêremîn û bajaroka Til Rifet bûn. Dema ku girtî hatin berdan Rûsipiyên herêmê, endamên Meclîsa Rêveberiya herêma Şahba û Meclîsa gundê Mêremîn amade bûn.

Girtiyên ku serbest hatin berdan soz dan ku careke dîtir karê ku ziyanê bide civakê, nekin.AMUDE-EFRIN-BERANA-GIRTIYAN2

GIRKE LEGÊ/DÊRIK

Dozgeriya Giştî li Girke Legê 22 girtî û li Dêrikê jî 70 girtî serbest berdan. Girtî ji ber dizî û kiryarên ku ziyanê didin civakêhatibûn girtin.

(np)

ANHA