Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi çekên kêmawî şewitîbû û êdî seqet maye 

TOLÎN HESEN

ŞEHBA – Jina ku di encama bikaranîna çekên kîmawî ji aliyên çeteyan ve şewitî bû, êdî seqet maye.SEHBA-MALMETA-JINEKE-HEN-ESEN-BERHEMEN-DESE-BERFIDIKIN1 ‫(194576901)‬ ‫‬

Piştî ku gundê Um Hoş ê girêdayî herêmên Şahbayê ji çeteyên DAIŞ′ê hat rizgarkirin, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di cotmeha sala 2016′an de bi çekên giran û kîmawî gundê topbaran kirin.

Di encamê de dayîka bi navê Rawiya Mihemed (39) ku hevjînê wê jî li ser destê çeteyan hatibû kuştin, ji can û çavên ve xwe şewitî bû. Her wiha mala wê jî di encama topbaranê de hatibû rûxandin.

Ev demeke dirêje ku dayîka Rawiya li nexweşxaneya Avrîn a Kantona Efrînê ve tê dermankirin. Lê rehet nebûye û nema êdî dikare bixebite. 6 zarokên wê hene û temenê zaroka wê ya herî mezin 14 sale.SEHBA-MALMETA-JINEKE-HEN-ESEN-BERHEMEN-DESE-BERFIDIKIN1 ‫(194576900)‬ ‫‬

Dayîka Rawiya di hevdîtina bi ajansa me re, anî ziman ku nexweşxaneya Avrîn wê bê pere derman dikin û da zanîn ku ew tevî zarokên xwe di odeyeke cîranên xwe dd dijîn.

(np)

ANHA