Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi deh hezaran Bakuriyan rizgarkirina Kobanê pîroz kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên Mûş, Mêrsîn, Şemzînan, Bismil, Farqîn, Norşîn, Erxenî, Sêrt, Şirnex ên Bakûrê Kurdistanê bi deh hezaran welatî daketin qadan û rizgarkirina navenda Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin.

Li gorî nûçeya DÎHA’yê rêxistina HDP û DBP’ê ya Mûşê bi tevlêbûna sedan kesan li Qada Şaredariyê kom bûn û serkeftina Kobanê pîroz kirin. Bi sedan kesên li qadê kom bûn, siloganên “Bijî berxwedana Kobané”, “ AKP DAIŞ mil dan mil, YPG li herdu berazan dixin” û “Bijî serok Apo” berz kirin. Li gel sermayê welatî li taxan pîrozbahî pêk anîn.

Li navçeya Gurgumê ya Mûşê jî bi heman armancê bi sedan welatî daketin kolanê û meşa meşaleyî pêk anîn. Girseya ku li ber avahiya DBP’ê kom bûn, bi siloganên “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Bijî berxwedana Kobané”, “Bijî Serok Apo” meşiyan.

Li Navçeya Norşînê ya Bedlisê jî girseya ku li ber avahiya DBP’ê ya Norşînê kom bûn, dest bi pîrozbahiyê kirin. Girsê agir pêxist û govend gerandin.

Li Mêrsînê jî bi heman armancê pîrozbahi hat lidarxtin. Bi hezaran kesên li ber avahiya HDP’ê ya Akdenizê kom bûn, bi siloganên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana YPG, YPJ”, “Bijî Serok Apo” pîrozbahî pêk anîn.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî girseya ku li kolana Cumhuriyetê kom bûn serkeftina Kobanê bi fîşekên hewayî pîroz kir.

Li Sêrtê jî girseya ku li ber avahiya Şaredariyê kom bûn pîrozbahî pêk anîn. Girsê sirûda “Çerxa Şeroşe” xwend û ji bo kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Girsê piştî rêzgirtinê bi yek dengî siloganên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG-YPJ”, “Bijî Serok Apo” berz kirin û bi fîşekên hewayî serkeftina Kobanê pîroz kirin.

Li gelek taxên cuda jî bi heman armancê pîrozbahî hatin lidarxistin

ŞIRNEX

Li navçeyên Cizîr, Sîlopî, Hezex, Qileban û Elkê yên Şirnexê jî bi heman armancê bi hezaran welatî daketin qadan û pîrozbahî pêk anîn. Welatiyên ku daketin qadan bi heman siloganan meşiyan û bi fîşekên hewayî û govendê serkeftina Kobanê pîroz kirin.

AMED

Li navçeyên Farqîn, Erxenî û Bismilê jî bi heman armancê bi hezaran welatî daketin kolanan û pîrozbahî pêk anîn. Li Farqînê bi sedan welatî meşiyan û Serkeftina Kobanê pîroz kirin. Li navçeya Erxeniyê jî bi sedan welatî li ber avahiya DBP’ê kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. Li navçeya Bismilê jî bi deh hezaran welatî daketin kolanan û bi def û zurneyan serkeftina Kantona Kobanê pîroz kirin. Girsê bi siloganên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî serok Apo”, Bijî berxwedana YPG,YPJ” serkeftin pîroz kir.

Li gelek bajar û navçeyên din jî bi tevlêbûna hezaran welatiyan pîrozbahî didome.

mus-26-01-15-varto-konane-kutlamasi-2 srnk-26-01-2015-cizre-rizgarkirina-kobani1 srt-26-01-15-kobane-kurtulus-kutlama-son3 srt-26-01-15-kobane-kurtulus-kutlama-son4