Têkilî | Derheqê me de

Bi dehan koçberên Dêre Zorê gihîştin Eyn Îsa

Dîmen

EYN ÎSA- Bi dehan koçberên bajarê Dêre zorê gihîştin kampa Eyn Îsa.

Bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê re (9` îlonê) şêniyên Dêre Zorê berê xwe dan herêmên di bin ewlehiya QSD`ê de.EYNISA-BI-SEDAN-KOCBERIN-DIREZORE-BERE-XWE-DAN-EYNISA (3)

Koçberên Dêrzorê pêl bi pêl dighîjin kampa Eyn Îsa. Rêveberiya kampa Eyn Îsa ji bo pêdiviya koçberan a konan û madeyên xwarine pêk bîne ket nava tevgerê de.

Endamê rêveberiya kampa Eyn Îsa Celal Iyaf anî ziman ku derfetên di nava destê wan de têra koçberên Dêrezorê nake û pêdiviya zarokan a xwarin û cilan zêde ye.

Koçberan jî bi riya ajansa me bang li rêxistinên navdewletî kirin ku bi wan re bibin alîkar, ew niha li ber rokê ne û pêdiviya zarokan bi şîr û xwarine heye.

(np)

ANHA