Têkilî | Derheqê me de

Bi dehan malbatên Dêrezorê gihiştin kantona Cizîrê

FATMA SÎNO

HESEKE– Bi dehan malbatên Dêrezorê û gundewarên wê ku ji ber kiryarên komên çete yên DAIŞʹê malên xwe terik kirin, gihiştin herêma Çiyayê Kizwanan  a katnona Cizîrê.

Şêniyên herêma Dêrezorê ji ber şerê di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê de neçar man ku dev ji mal û mulkên xwe berdin. Koçber ji ber tirsa ku çeteyên DAIŞ`ê wan weke mertalên zindî bikaranîn, berê xwe didin herêmên bi ewle yên Rojava.HSK-BIDSHAN-MALBAYE-DERAZORE-GISTIN-CIWAYE-KEZWANA (1)

Ji bo gîhandina Rojava 350 hezar pere didin

Her koçberek heyanî dighîje herêma Rojava 350 hezarê lîreya Sûrî dide. Koçberên ku nexwestin navê wan were naskirin, anîn ziman ku ew her roj ji ber şerê di navbera rejîma Sûrî û çeteyên DAIŞ`ê û bombebarankirina balafirên şer ê rejîma Sûrî rûbirûyî mirine dihatin.

Welatiyekî dîtir ku nexwest navê xwe bide got ew ji bo ji şert û mercên zehmet rizgar bibin, hemû mal û mulkên xwe firotine û wiha pê de çû:ʺ Piştî ku em derbasî herêma Rojava bûn, dilê me rehet bû û em bê tirs û xof dijîn.ʺ

Koçberên Dêrezorê ku nexwetin navê wan werin naskirin anî ziman ku hîna bi sedan malbat hene dixwazin ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de derbikevin û derbasî herêmên bi ewle bibin.

Welatiyên Dêrazorê ên koçber bang li QSD`ê kirin ku ji bo koçber derbasî herêmên bi ewle bibin korîdorekê ji wan re vekin.

(np/dc)

ANHA