Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi dehezaran Bakûriyan Kobanê silav kir

RIHA – Piştî rizgarkirina navenda Kantona Kobanê, bi dehazaran welatiyên Bakûrê Kurdistanê herikîn gundên Mehser û Miseynterê yên Pirsûsê ku ji destpêka berxwedanê ve çalakiyên piştgiriyê lê didomin. Welatiyan li vir rizgarkirina Kobanê silav kir.680x680nc-urf-27-01-15-kobane-pirozbahi3

Bi hezaran welatiyên ku li gundên Mehser û Miseynterê kom bûn, bi çalakiya zincîra ji mirovan re berxwedêrên Kobanê silav kirin.

Di çalakiya li gundê Miseynterê de welatî heta noqteyeke nêzî sînor meşiya,  bi destê hev girtin û bi dirûşme û tilîliyan şervanên YPG/YPJ’ê silav kirin.

Çalakiya îro a zincîra ji mirovan, ji gundê Mehserê gihîşt gundê Miseynterê. Bi hezaran kesên li vê derê hatin cem hev, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên berxwedana Kobanê bi qîrîna dirûşmên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê” “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Şengalê” serketina Kobanê silav kirin.680x680nc-urf-27-01-15-kobane-pirozbahi5

Ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran kes hînê tên gundê Mehserê. Li gundê ku amadekariyên pîrozbahiyê lê temam bûye, wêneyên mezin ên cangoriyên Kobanê hatin daliqandin û li meydana gund govend tê gerandin. Xeta sînor ji bo pîrozbahiya bi hezaran kesî, amade ye.