Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi derfetên heyî gundên xwe ronî kirin

XANDÎ ELO

EFRÎN – Şêniyên gundewarên navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê bi derfetên heyî, pirsgirêka ceyranê çareser kirin û gundên xwe ronî kirin.EFRIN-12-KOMIN-BI-HEVRE-ELETRIKE-DIDIN-NAVCEYA-CINDRES1 ‫(1)‬ ‫‬

Li ser pêşînyara Komîteya Ceyranê ya girêdayî midûriyeta Enerjî û Pîşesaziyê ya Kantona Efrînê şêniyên 12 gundên girêdayî navçeya Cindirêsê bi derfetên heyî ceneretorên ceyranê kirîn û gundên xwe ronî kirin. Bi vê yekê rê li pêşiya keysbaziya xwediyên ceneretoran, hat girtin.

Gundên ku ceneretorên ceyranê kirîn ev in ″Dêr Belût, Hemam, Hec Iskender, Baflûr, Işka Şerqî, Qîle, Ceqlî Com, Keferdilê Faqanî, Keferdilê Tehtanî, Excele, Cobana û Celemê″.

Derbarê kirîna ceneretoran de, Endamê Komîteya Ceneretorê ya navçeya Cindirêsê Ibrahîm Hoto anî ziman ku ji ber gazincên şêniyan ev çareserî hat peydakirin û wiha domand: ″Dema ku ceneretor xerab dibe, buhayê ambêran bilind dibe û saetên dayîna ceyranê kêm dibin.″

IBRAHIM HOTO

Hoto da zanîn ku şêniyên herêmê xwestin ku projeya kirîna ceneretoran pêk bînin, da pirsgirêk di navbera wan û xwediyên ambêran de dernekevin û wiha got: ″Ev yek sedema serkeftina projeyê ye.″

Hoto destnîşan kir ku bi riya projeyên bi vî awayî, di milê aborî de alîkariya kesên ku li ceneretoran mêze dikin tê kirin. Her wiha anî ziman ku buhayê ambêran li gorî derfetên şêniyan têne diyarkirin.

MIQDAD MIHEMED

Welatiyê bi navê Miqdad Mihemed ji gundê Celemê ye, anî ziman ku ev bi vê projeyê kêfxweşin.

(mm)

ANHA