Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Bi felsefeya Ocalan re wê aştî çêbibe`

Dîmen

SILAVA ABDULREHMAN

QAMIŞLO – Şêniyên bajarê Qamişlo dane zanîn ku felsefeya Rêbertiyê riya azadiyê li pêşiya gelên herêmê ronî kir û diyar kirin ku neteweya demokratîk misogeriya pêkanîna aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Rêveberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê, her wiha di salên berxwedana di zindana dewleta Tirk de riya azadiyê ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn û tevahî gelên cîhanê re ronî kir.

Piştgiriya gelên Kurdistanê li dora Ocalan, ne tenê ji bo piştgiriya Rêveberekî ku ji bo zulmê li ber xwe dide ye, lê ev yek baweriya gel bi felsefeya neteweya demokratîk nîşan dide. Ev yek di nerînên gelê bajarê Qamişlo de diyar dibe.

Neteweya demokratîk misogeriya çareserkirina dozên civakî ye

QAM-NREN-GEIL (1)

Ibrahîm Meter Ocalan wekî Rêberekî neteweyî bi nav kir û wiha got: ″Felsefeya Rêbertiyê li her deverên cîhanê belav bû. Felsefeya neteweya demokratîk misogeriya çareserkirina pirsgirêkên civakî ye. Li ser vê felsefeyê Sîstema Federaliya Demokratîk hat avakirin û zarokên me jî îro li ser bingeha vê felsfeyê perwerdeya xwe dibînin.″

Fikrên Ocalan misogeriya aştiyê ye

Meter diyar kir ku Ocalan her banga aştî û biratiya gelan dike û wiha domand: ″ Ji ber vê yekê me fikir û ramanên Rêber APO şopand. Wê bi felsefeya Rêbertî re aştî li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê belav bibeʺ.

QAM-NREN-GEIL (2)

Welatiyê bi navê Alî Seed jî got:ʺ Dema min pirtûkên Rêber APO xwendin min fêmkir ku wê bi felsefeya Rêbertî re hemû pirsgirêkên gelên bindest çareser bibinʺ.

QAM-NREN-GEIL (3)

Nadiya Hena ya taxa xerbî bajarê Qamişlo got ku bi felsefeya Ocalan re dê aştî li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê belav bibe.

(mm)

ANHA