Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi helbestan lehengiya QSD’ê vedibêje

Dîmen

TEBQA – Sîham El-Tirkî ku bi navê dayîka Fatih tê nasîn 70 salî ye û yek ji kesayetên balkêş ên bajarê Tebqayê ye, nemaze piştî ku bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Dayîka Fatih kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina bajêr bi helbest û stranan vedibêje û efsaneyên dîrokî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi berxwedana xwe ya leheng, nivîsandine bi bîr tîne û şehîdên azadî û rûmetê bilind dinirxîne.

Dayîka Fatih tevî ku temen mezin e û hin pirsgirêkên tenduristî jiyan dike û di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de rewşeke xizantiyê jiyan dikir, lê kêfxweşiya wê bi rizgarkirina bajêr gelekî mezin bû. Dayîkê serpêhatiya Sûriyeyê bi giştî û bi taybet bajarê Tebqayê piştî ku hate rizgarkirin bi helbestan vedibêje.

Helbestên dayîkê di navbera pesindayîn, evînî û niştimanî de ne û Dayîk bi helbestên xwe welat û şehîdan bilind dinirxîne.

Dayîka Fatih dibîne ku helbest nêrîna mirovan ji xwe re û ji derdora xwe re derdibirîne, her wiha têkliya mirovan bi derdorê re diyar dike û girêdana bi jiyan û helbestê re rast dike û li gorî buyerekê tevnagere û xwe radestî qanûan nake.

Ji ber vê yekê taybetmendiya helbestvan ew e ku tiştê di mêjiyê wî de û hestên xwe bi rêbazekî hunerî ku bi coş dagirtî ye derdibirîne.

Dayîka Fatih yekemîn helbesta xwe di sala 1985’an de nivîsandiye û di vê helbesta xwe de hezkirina xwe ji welat û şehîdên welat re vedibêje, her wiha piştî wê beşdarî gelek dîdargehan dibe û beşdarî gelek bernameyên hunerî yên telefîzyonan jî dibe û cihê xwe di hin koşeyên rojnameyên herêmî de digire.

Piştî ku Artêşa Azad di dawiya sala 2012’an de serweriya xwe li ser bajarê Tebqayê ferz kir, Dayîka Fatih hemû çalakiyên xwe yên hunerî rawestandin, nemaze ji ber ku helwesta çeteyan li dijî xebatên hunerî bû. Her wiha çeteyan navenda çand û hunerê di bin hinceta ku girêdayî rêjîma Sûriyeyê ye hemû tiştên wê hilweşandin.

Piştî ku çekdarên Artêşa Azad bajarê Tebqayê radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin, dayîka Fatih bêdengiya xwe domand, nemaze cezaya jinên ku helbestan dibêjin kuştin û darvekirin bû.

Piştî ku bajarê Tebqayê li ser destên lehengên QSD’ê di Gulana borî de hate rizgarkirin, hin rêveberên jin li dayîka Fatih xwedî derketin û piştgiriya wê ya vegera nava xebatên hunerî kirin. Dayîka Fatih jî ji aliyê xwe ve ji nû ve dest bi helbestan kir û di helbestên xwe de serfiraziyên şervanên QSD’ê vegotin, bi taybet piştî ku şervanan paytexta îdîaya çeteyan Reqayê bi temamî rizgar kirin.

Sîham El-Tirkî (dayîka Fatih) ji ANHA’yê re got ku dê riya xwe ya helbestan berdewam bike û serfirazî û efsaneyên dîrokî ku şervanên QSD’ê bi lehengî nivîsandine, binivîse.

(jh)

ANHA