Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi hêza xwe kopertîf saz kirine

Dîmen

QAMİŞLO – 4 jinan kopertîfa mast vekirine û bi hev re ji bo pêşxistina aboriya xwe dixebitin.Armanca jinan ji vekirina kopertîfê pêşxistina jiyana kolektîf û aboriya jinan e.QAM-JIN-U-RIHEKI-MALBALBATI ‫(152502787)‬ ‫‬

Gelê Rojavayê Kurdistanê bi despêka Şoreşa Rojava re pêngavên mezin di aliyê rêxistinî û avakirina komîn û kooperatîfan de avêt. Jiyana kolektîf a giredaye Sîstema Netewa Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê tecrûbeyeke nû ye. Jiyana kolektîf bi komîn û kooperatîfan di  hemû şert û mercên zehmet de kar û xebatên xwe didin meşandin. Lê tevlî hemû zehmetiyan jî pengava mezin hatiye avêtin. Di qada aborî de jinan jî xwe rêxistin kirine û kopertîfên xwe yên xweser saz kirine.

Yek ji va  Kooperatîfan Kargeha Şilêr a Şîr,mast û penêre. Kargeh li taxa Şerqî ya bajare Qamişlo ji aliyê 4 jinan ve hatiye vekirin. Her çav jin di nava  kopertîfê de bi rihekî hevbeş dixebitin û hewl didin sûdê li welatê xwe bikin.QAM-JIN-U-RIHEKI-MALBALBATI ‫(152502788)‬ ‫‬

Xebatkarên kooperatîfa Şilêr Gûlsêrên Mihemed Yûnûs anî ziman ku wan di despêkê de zehmetî kişandin û hedî hedî ew zehmetiyên heyî çarêsêr bûn û wiha got: ʺEm ji karê xwe encam digrin 6 meh in ku kooperatîfa Şilêr hatiya vekirin.  Em 4 jin li vir kar dikin, me ne tenê wekî xebatkar li vir in, lê belê em wekî malbatekê li vir mast, penîr, lorîk û labnê çedikin. Her  roj ji gundên derdora Qamişlo 200-400 kîlo şîr ji me re tê. Berhemê şîr nêzî 200 sîtil mast derdikeve. Ew mast li gundên derdora Qamişlo Holê û  Hesêkê têne firotin. ”

Zêkiyê Abdulrêzaq Hamîd jî yek ji jinên ku di kopertîfê de kar dike. Zekiye derbarê xebatên xwe ya di kopertîfê de wiha axivî: ʺDespêkê ez dixazim bêjin ku em wekî malbatê li vir kar didin meşandin. Despêkê karê me şîr te kelandin. Dikevê sîtilan de û dema zedê dimenê em dikin lebnê. Ci jima tê xwestin wek siparîş em çê dikin. Hêvîdarim jin tevlîbûna xwe kopertîfan pêş bixin û jiyana kolektîf xurtir bibe. Ew ji bi riya komîn û koperetîfan pêk tê.ʺ

Endamên kopertîfê diyarkirin 3 ton penîr, 700 kîlo lebnê ji wan  hatiya xwestin ew amedêkariya we dikin.

(mk)

ANHA