Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi hezaran cenazeyên Ş. Hogir û 4 şervanan oxir kirin

Dîmen

Dîmen:https://youtu.be/ztT0q7lKhQk

QAMIŞLO – Bi hezaran welatiyên kantona Qamişlo cenazeyê nûçegihanê ajansa me û çar şervanên YPG’ê û Hêzên Erka Xweparastinê ku di dem û cihên cûda de şehîd ketibûn ber bi Mezara Şehîd Delîl Sarûxan ve oxir kirin.QAMISLO-OXIR-KIRINA-5-SEHIDAN1 (6)

Bi hezaran welatiyên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê û endamên hemû saziyên leşkerî û sivîl li pêşiya Meclîsa Taxa El-Enteriyê kom bûn û cenazeyên nûçegihanê ajansa me Şehîd Hogir Mihemed û 4 şehîdên Yekîneyên Parastina Gel û hêzên Erda Xweparastinê wergirtin. Welatiyan alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk, YPG’ê û YPJ’ê û Hêzên Erka Xweparastin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên şehîdan bilind kirin.

Welatiyan cenazeyên şehîdan “Hogir Mihemed nûçegihanê ANHA’yê ku di teqîna çeteyên DAIŞ’ê de li gundê Ebû Fas a gundewarê Dêrazorê şehîd ketibû, herdu şervanên YPG’ê Hemo Şêxo (Mezlûm Qamişlo) û Mihemed Silêman (Ciwan Qamişlo) ku di 14’ê Cotmehê de di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd ketibûn û herdu şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Hisên Hisên ku di 14’ê cotmehê de şehîd ketibû û Fadî Şêxo ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de di 16’ê Cotmehê de şehîd ketibûn” wergirtin, ber bi mezara Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ve meşiyan. Piştî ku karwanê şehîdan gihîşt mezarê, şervanên YPG’ê tûreneke leşkerî li rex durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re lidar xistin.QAMISLO-OXIR-KIRINA-5-SEHIDAN

Di merasîma oxirkirinê de hevserokê Meclîsa Damezêrner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif û Endamê Yekîtiya Ragihandina Azad û Endamê Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilşad Cûdî axivîn û sersaxiya malbatên şehîdan xwestin û rizgarkirina bajarê Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin.

Hediye Yûsif got ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê roj bi roj azadiya xwe misoger dikin û şervanên azadiyê efsaneyên dîrokî li dijî dijminên mirovahiyê dinivîsin û wiha got: “Evan her pênc şehîdan  ku em niha wan oxir dikin bi xwîna xwe gelên herêmê parastin. Hemû destkeftiyên hatine bi dest xistin bi saya xwîna şehîdan e.”

Endamê Yekîtiya Ragihandina Azad û Endamê Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilşad Cûdî di merasîmê de axivî û got ku nûçegihanê ANHA’yê Hogir Mihemed ji bo rastiyê ragihîne şehîd ketiye. Cûdî soza şopandina riya şehîd Hogir û Şehîd Dilîşan û hemû şehîdên azadiyê da.DISAD CUDI

Piştî axaftinan rêhevalên şehîd Hogir Mihemed kamîreyek danîn ser cenazeyê wî û soza şopandina riya wî dan.

Paşê belgeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî  malbatên wan hatin kirin. Paşê jî cenazeiyên şehîdan di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(jh)

ANHA