Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi hezaran jin li Çiyayê Qereçoxê hatine cem hev

DÊRIK – Bi hezaran jinên Herêma Cizîrê bi boneya roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê herikîn Çiyayê Qereçoxê û çalakiyekê lidar dixin.DERIK-MES-QERECOX (7)

Bi durişmeya “Hilweşandina pargala Îmraliyê hilweşandina tundiya li ser jinê ye” bi hezaran jin û şervanên azadiyê li Çiyayê Qereçoxê kom bûne.

Çiyayê Qereçoxê yê Koçeratan a herêma Dêrikê bi rengê al û wêneyên Ocalan û têkoşerên jin xemilî ye. Şervanên jin li kêleka çeka xwe ala YPJ`ê hildane, dayîk jî bi her du destên xwe nîşana serkeftine hildane û jinên ciwan jî govend digerînin.

Dayîkan her wiha wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên gerilayên jin Sakine Cansiz (Sara), Nalîn Mûş Şîlan Baqî, Azê Melazgirt û Delal Amed hildabûn û alên Kongreya Star hildabûn.

Bi sedan ji endamên Hêzên Asayîşa Jin û HPC-JIN parastina derdorê dikin. Piştî ku jin kom bûn wê dest bi meşekê bikin û li asoyê Çiyayê Qereçoxê daxuyaniyekê ji bo raya giştî bidin.

(np)

ANHA

DERIK-MES-QERECOX (6) DERIK-MES-QERECOX (5) DERIK-MES-QERECOX (4) DERIK-MES-QERECOX (3) DERIK-MES-QERECOX (2) DERIK-MES-QERECOX (8)