Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi hezaran jinên kantona Hesekê ji bo Efrînê meşiyan

HESEKÊ- Bi hezaran jinên Kantona Hesekê bi meşekê êrişên dagirkariya artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kirin.SRK-MESA-JIN-JI-BO-EFRINE (4)

Kongreya Star bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa Tirka dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê meşeke navendî li bajarê Til Temirê li dar xist.

Bi hezaran jin ji herêmên Hesekê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Zerganê beşdarî meşê bûn.

Meş ji ber navenda Meclîsa Melbatên Şehîdan dest pê kir hetanî qada Biratiya Gelan berdewam kir.

çalakgeran alên YPG /YPJ‘ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parkertên “Efrîn wê bi serkeve,Efrîn wê bibe gora faşîzma Erdogan” bilind kiribûn û dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Efrînê û bemire Erdogan qîr kirin.

Meş li qada Biratiya Gelan veguherî mîtîngê. Li vir bi navê Kongreya Star Mizgîn Ehmed axivî û got ku bi berxwedaniya gelê Bakurê Sûriyê, şervanên YPJ û YPG‘ê pîlanên dagirkeran wê vala werin derxistin.SRK-MESA-JIN-JI-BO-EFRINE (6)

Mizgîn Ehmed her wiha bal kişand ser herktîna gelê Bakurê Sûriyê ber bi Efrînê û ev tişt anî ziman “Dema rastiya gel û şoreşa me tê kirin, di serî de şoreşa jin û berxwedaniya wê ya li hemberê êrîşan tê bîra mirov. Berxwedana Efrînê hestekî cûda di hundirê gelê me de çêkir. Yekbûna gelan hesbatên dijmin di Bakurê Sûriyê de pûç kirin.”

Mizgîn Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir “Bi hêza jin me dewleta Tirk şikenand. Berê xwe dane cenazeya şervana me, texmîn kirin ku bi destdirêjiya li ser cenazeyê wê, wê karibin îradeya me tune bikin, lê texmînên wan ne di cihê xwe de bûn, ji bo azadiya jin û azadiya mirovahiyê em xwe feda bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Mîtîng bi dûrşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû

(sx)

ANHA

SRK-MESA-JIN-JI-BO-EFRINE (3) SRK-MESA-JIN-JI-BO-EFRINE (1)