Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi hezaran welatiyên Tebqayê vedigerin warên xwe

Dîmen

TEBQA – Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê, şêniyên bajêr ku ji ber dagirkeriya komên çete koç kiribûn, vedigerin warên xwe.

Piştî ku bajarê Tebqayê ji aliyê hêzên QSD′ê ve hat rizgarkirin û bi ewle bû, bi hezaran welatiyên bajêr ên ku di dema dagirkeriya komên çete de koçî herêmên cûda yên Sûriyê kiribûn, vegeriyan warên xwe.

Ji ber vê kolanên bajêr bi şev û roj qerebalixin, taybet li herêma Kornîş a dikeve taxa Sanî û bazara navendî ya bajêr.

Welatiyan dane zanîn ku ew bi vegera li cih û warê xwe kêfxweşin û hêvî kirin ku bajarê Reqayê jî were rizgarkirin.

Berpirsê rawestgeha bajêr jî anî ziman ku tevgera welatiyan li rawestgehê zêde bûye û bi hezaran welatiyên bajêr vegeriyan malên xwe.

Li gorî Buroya Kar û Barên Rêxistinan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Tebqayê , derdora 300 hezar koçber li herêmê hatin bicihkirin.

(mm)

ANHA