Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi hilbijartinan daxwaza hemû pêkhateyan dê pêk were

Dîmen

DIYAR EHMO / HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Komîteya Amadekar a Hilbijartinan a Lîsteya Koalîsyona Niştimanî ya Kurdî Zehiya Alareşî diyar kir ku ji bo rêveberiyeke demokratîk bêyî cûdahiya di nava pêkhateyan de were avakirin, hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dê daxwaza hemû pêkhateyan pêk bîne û dê taybetmendiya her herêmekê biparêz.

Di çarçoveya kar û xebatên amadekariyên qonaxa duyemîn a hilbijartinên sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de, nemaze piştî ku qonaxa yekemîn ku têde hevserokên komînan hatin hilbijartin serkeftî derbas bûn, tê payîn qonaxa duyemîn a hilbijartinên meclîsên herêmî di 1’ê kanûnê de bêne li darxistin. Girêdayî mijarê Endama Komîteya Amadekar a Hilbijartinan a Lîsteya Koalîsyona Niştimanî ya Kurdî Zehiya Alareşî diyar kir ku ew weke Lîsteya Koalîsyona Niştimanî ya Kurdî beşekî sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ne û ji mafê wan ê xwezayî ye ku beşdarî hilbijartinan bibin û wiha got: “Armanca Lîsteya Koalîsyona Niştimanî ya Kurdî ew e ku şaştî û kêmasiyê di demên borî de di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêk hatine neyên dubarekirin.”

Zehiya Alareşî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew van hilbijartinan weke pêngava pêkanîna demokrasiyê dûrî zext û desthilatdariyê bi nav dikin, ji ber ku pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bi salan e ji mafê xwe yê hilbijartinên demokratîk bê par mane û bi taybet gelê Kurd û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Niha em dikarin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, bêyî ku ti desthilatdarî li ser me were meşandin. Evan hilbijartin xwedî wateyeke mezin in, ji ber ku em hemû xebatên xwe bi awayekî demokratîk û bê cûdabûn didin meşandin.”

Zehiya Alareşî da zanîn ku lîsteya wan tenê di çarçoveya hilbijartinên meclîsên herêmî yên herêma Cizîrê de ye û wiha got: “Taybetmendiya her herêmekê cûda ye, li herdu herêmên Ferat û Efrînê komîteyên me yê herêmî hene û ew ê biryara xwe ya di derbarê beşdarbûna hilbijartinan de bide ka dê serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin an dê bi lîsteyên partiyên din re beşdar bibin. Em li herêma Cizîrê bi yek lîsteyê beşdar bibin.”

Zehiya Alareşî destnîşan kir ku ji bo rêveberiyeke demokratîk bêyî cûdahiya di nava pêkhateyan de were avakirin, hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dê daxwaza hemû pêkhateyan pêk bîne û dê taybetmendiya her herêmekê biparêz.

Zehiya Alareşî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir ku bi berpirsyarî beşdarî hilbijartinan bibin û ji bo avakirina welatekî demokratîk ji bo hemûyan dengên xwe bikar bînin.

(jh)

ANHA