Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi hunera xwe dîroka gelê xwe vedbêje

 LÎNA CANKÎR

GIRKÊ LEGÊ – Jiyana wê ya parçebûyî mîna her parçeyek Kurdistanê ye. Detayên berhemên wî biçûk in, lê di navaroka xwe de çîrokên kûr ên bi êş û azaran vedibêjin. Hunermendê Şêwekar Hisên Elî bi hunera xwe dîroka hezarên salan vedibêje. Elî dibêje ku dema niha parçeyek ji wêne û dema borî ye.GIRKE_WENEKES_HISEN_ELI ‫(1)‬

Hunermend Hisên Elî, di sala 1965‘an li gundê Gir Zîwan ê girêdayî bajarê Qamişlo jidayîk bûye. Hisên Elî xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe qedandiye û yên navîn û amadehî jî li dibistanên Qamişlo qedandiye. Ji zarokatiya xwe ve ji şêwekariyê hez kiriye û dixwest ku xwe di şêwekariyê de pêş bixîne.  Ji bo pêkanîna xewna xwe ya zarokatiyê berî da Şamê û beşdarî navenda Hunerî ya Edhem Îsmaîl bû. Lê rewşa zehmet ya jiyanê li pêşiya ku xwe ji hunerê re vala bike, dibû asteng. Ji bo wê li gelek bajarên Kurdistanê mîna; Silêmaniyê, Dihok, li Bakurê Kurdistanê, her wiha Beyrût, Edena û Tehran a Îranê  û hin welatên din di gelek karên cûda  de xebitî.

Jiyana Hisên Elî mîna resmên wî ne, bi tecrûbeyên êş û zehmetî tijî ye, her tabloyekî wî rewşa her parçeyeke Kurdistanê, çîrokên biyaniyê, koçberî û şer vedibêje. Perîka wî deteyên biçûk xêz dike, lê di navaroka xwe de deteyan kûr vedibêje, tê de hişyariya dide ku dema em tê de derbas dibin, ne wekî demên berê ye.

‘Jiyan dibistaneke mezin e, hêviya min hezkirina mirovaniyê belav bibe‘

Di xeyalên Hisên Elî de dîtinên wî mayinde ne û di tabloyên xwe de biranên xwe dibêje “Her tiştek min dît, her kesek, bajarek ,çîrokên min bihîstin, di bîra min de mane. Ez van çîrokan di tabloyên xwe de dibêjim. Ji ber ku jiyan dibistana herî mezin e, tabloyên min peyameke ji bo mirovahiyê ye. Di nêrîna min de dîroka Kurdistanê bi melyonan tablo ye. pêwîstiya mirov bi xeyalan tuneye, lê bi rastiyê heye. Peyama min a ji bo mirovahiyê ew e; karê min ne dûrî yê şervanekî ye, ez ê zarokan fêrî hunera şêwekariyê bikim, hêviya min jî ew e ku hezkirina mirovahiyê di dilê her kesî de biçînim. “GIRKE_WENEKES_HISEN_ELI ‫(1)‬ ‫‬

‘Ez bi hunera xwe beşdarî şoreşê dibim‘

Berhemên Hisên doza gelê xwe vedibêje, kelemên jiyanî û têkoşîna li hember van keleman parve dike, Hisên dibêje: “Ez dikarim, tenê bi hunera xwe beşdarî şoreşê bibe. Zehmetiyên jiyanê hene, em di demekê re derbas dibin nabe em bêjin em westiya ne, ji ber ku ev dem pir girîng e, tiştê ku em dikin li beramberî karê şervanekî têrê nakê.”

Tabloyên Hisên dîroka kurdistanê, jiyana kurdan, êş û azarên berê û yên niha, her wiha şoreşên wê dibêjin “Dema niha parçeyek û wêneyek ji dema borî ye, lê dema niha ji bo me derfeteke, her kesek li ser vê axê jiyan dike berpirsyare, heger em vê derfetê qezenc nekin, wê dîrok me efû neke.” Hunermendê şêwekar vana bi rengên kesk û sor xêz dike.

Hisên Elî, li gel şêwekariyê, berhemên li ser belor, textan, remil çêdike.

Hunermendê şêwekar Hisên Elî sala 2015‘ an li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û hejmarek ji bajarên Rojava pêşengeha bi navê “Qêrîna Welat” vekir. Hisên Elî niha li bajarê Girkê Legê pêşengehek dayîmî vekiriye, rojane welatî berî didin pêşengehê. Li aliyekî din jî amadekariyên vekirina pêşengeheke li gelek bajarên Rojava dike.

(bb)

ANHA