Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi înîsyatîfa welatiyan pompên gundewarê Reqa tên sererastkirin

XALID CUMA

EYN ÎSA – Welatiyên gundewarê bakurê Reqayê bi înîsyatîfekê di nava xwe de pere kom kirin da ku pompa (medexa) ava avdanê sererast bikin. Ev pomp jî sê pompên din ên projeya Bi-ir El-Heşim dixebitîne û rawestandina wê hişt ku çandinî jî li herêmê paşve biçe.

Li gundewarê bakurê Reqa pompa sereke ku ava avdanê ji sê pompên din ên projeya Bi-ir El-Heşim re peyda dike û bêtirî 90 hezar donim erd girêdayî vê projeyê ne, di encama mayînên çeteyên DAIŞ’ê de ev demeke dirêj e hatiye rawestandin. Bi armanca sererastkirina pompa sereke welatiyên gundewarê bakurê Reqayê bi înîsyatîfekê pere di nava xwe de kom kirin û dest bi sererastkirina pompê kirin. Li vir her wiha navendeke kehrebeyê jî heye û kehrebeyê ji van pompan re peyda dike.EIN ISA-,CEKIRNA PUMPEN AVE (4)

Xwediyên 90 hezar donimên erdên çandiniyê yên li gundewarê bakurê Reqayê nêzî 300 hezar lîreyên Sûriyeyê di nava xwe de kom kirin û cotkarê bi navê Îsa El-Hemed weke çavdêr ji aliyê welatiyan ve hate erkdarkirin da ku evan pompên avdanê bêne sererastkirin û ji nû ve werin aktîfkirin.

Çeteyan bi zanebûn evan pompeyên çandiniyê mayîn kirin

Sê pompeyên ku ava avdanê ji projeya Bi-ir El-Heşim re peyda dikin ji ber mayînan hatine rawestandin. Nemaze evan pompe avê ji 90 hezar donimên erdên çandiniyê re peyda dikin. Her wiha pompeke ji wan dema ku pîşekarê pompê xwest bixebitîne di encama mayîna çeteyan de pomp teqiya û pîşekar jî jiyana xwe ji dest da.

Sererastkirina pompan jiyana welatiyan sererast dikeEIN ISA-,CEKIRNA PUMPEN AVE (2)

Li rex pompa sereke ku di sala 1985’an de hatiye çêkirin, navendeke kehrebeyê ya bi navê 66 heye û kehrebeyê ji hemû pompên Silok û El-Heşiyê û Eyn Îsa yên girêdayî kantona Girê Spî re peyda dike. Sererastkirina pompa sereke jiyana welatiyan sererast dike nemaze ji ber ku piraniya debara welatiyên van deveran ji çandiniyê tê.

Girêdayî mijar cotkarê bi navê Receb El-Ibo wiha got: “Ji ber tunebûna ava avdanê me dest ji çandiniya xwe berda ye û rewşa me xirabtir bûye. Em bang li hemû rêxistina dikin ku sererastkirina pompên li van deveran di demeke lezgîn de sererast bikin.”

Berpirsyarê  van pompeyan Îsa El-Hemed di derbarê mijarê de wiha got: “Eger evan pomp bêne sererastkirin pêwîstiya me bi alîkariyan namîne.” Îsa bang li hemû rêxistinên mirovahiyê û aliyên têkldar kir ku alîkariya wan di paqijkirina mayînan de bikin, nemaze ji ber ku gelek mayîn hêjî li derdora van pompan nehatine paqijkirin.

(jh)

ANHA