Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi îrade û hêza xwe ji jinan re bû mînak

NARÎN EMÎN- HEMRÎN ŞÊXO

EFRÎN – Di jiyana xwe de gelek zehmetî kişandin û bi hêza û tekişîna xwebû mînaka jinên ku bi hêza xwe hemû pirsgirêkên xwe çarer dike û hemû barê malbatê digire ser milê xwe. Heta niha tekoşîna xwe didomîne û alîkariya xwîşka xwe ya nexweş jî dike.

Di dîroka mirovahiyê de jin pêşenga civakan e. Ji her kesî zêdetir di şert û cercên herî zehmet de li ber xwe dide. Yek ji jinên ku li ber xwedan jina bi navê File Henan (50). Fila ku hîn ne zewiciye di malbateke ku rewşa wan a aborî ne zêde baş bû mezin bû ye. Di xwendina xwe de ehta asta amadeyî xwend, lê ji ber rewşa civakî ûaborîne dikarî xwendina xwe temam bike.

Ji ber File Henan nikarîbû xwendina xwe temam bike, biryar da û berê xwe da Helebê da ku li wir kar bike. Tevî urf û Adetên civakî jî File li ber xweda û li dijî hemû kelemên di riya wê de derketin sekinî. Piştî bi ser ekt bû mînak ji gelek jinên gund re û êdî dest bi çûyîna kar kirin.file henaien

File destpêkê li Helebê di kargeheke dirûnê de xebitî,di wê demê de li mala xizmekî xwe rûnişt. Lê ji berbarê wê malbatê yê giran û ji ber ku gelek pere qezenc ne dikir,dest ji karê xwe berda û di kargeheke boyaxkirina caw de xebitî. Kargehanû ya File li Taxa Şêxmeqûsd a Helebê bû. Di vî karê xwe yê nû de 25 salan dewam kir.

Bi derfetên karê xwe û di riya kopertîfeke jinan File karîbû xaniyekî bikire û malbataxweji gund bîne bajarê Helebê.

Bavê File nexweşiya celta mejî ket û gelek mesref ji bo dermankirina wî pêwîst bû. Tevî ku 5 bira û 4 xwîşkên wê hene ne, lêalîkariya wê nekirin û wê berpirsiyariya dermankirina bavê xwe girt ser xwe. Di sala 2001ʹande bavê File jiyana xwe ji dest da.

Piştî mirina bavê File berpirsyariyên File zêdebû, êdî di malê de rola,bav, dayîn û xwîşkê jî di malê de girt.

Di kêleka karê xwe yê di kargeha boyaxkirina dermanan de dewreyên rastkirina por ji jinan re vekir, her wiha dikaneke xwe ya teybet li taxa Şêxmeqsûd vekir. Di wê demê dayîka wê jî heman nexweşiya bavê wê ket,di nava çend mehan de dayîka File jî jiyana xwe ji dest da. Sê xwîşkên wê jî ji ber nexweşiyê di demên cûda de mirin.

Piştî aloziya Sûriyê dest pê kir û êrîş gihiştin taxa Şêxmeqsûd a Helebê File jî wekî hezarna malêndi taxên Helebê de neçar ma ku vegere gundê Koxirê ya navçeya Mabata û jiyana xwe li wir domand. Di wê demê de gelek astengî hatin pêşiya wê,hejmara kesên di malê de jiyan dikin gihişt 35 kesên ji Helebê hatine.

JI ber rewşa zehmet a jiyanê File ne dikarî hemû pêwîstiyên malê peyda bike. Di wê dmeê de jî xwîşka wê bi nexweşiya gulçikan ket û gulçikên wê rawestiyan. Neçar ma ku bi xwîşkaxwe ya nexweş re jiyan bike, da ku alîkariya wê bike û li wê binere.

Tevî rewşa zehmet û zehmetiyên ku File jiyan kirin, niha jî li Efrînê kar dike, da ku pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bike. Di heman demê de alîkariya hevjînê xwîşka xwe dike da ku kirya xanî û mesrefên nexweşiyê bide.

File di riya ANHAʹyê re bang li hemû jinan kir ku tekoşîna xwe xurt bikin û got ku jinên ku tekoşîna xwe xurt bikin û da zanîn ku Şoreşa Rojava rê li ber hemû jinan vekir ku mafê xwe yê jiyanê pêk bînin.

(dc)

ANHA