Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi îsrara xwe rewşa koçberiyê û urfên civakî derbas kirin

KAWA HEMO

DÊRIK – 4 xwîşkên ku li hember rewşa koçberiyê û urfên civakî li ber xwe dan, projeke aborî ava kirin û bi vê yekê debara jiyana xwe dikin.DRK-4-XWUSK-KARDIKIN-JI-BO-ABORIYA-MALBATE1 ‫(169083393)‬ ‫‬

Di hin malbatan de jidayîbûna 4 keçan û tunebûna kuran, metirsî têne avakirin. Ji ber ku civak hê di bin bandora zihniyeta baviksalarî de ye. Lê di malbata welatiyê bi navê Salih Şaşo ya ji herêma Kobanê (lê niha li herêma Dêrikê bi cih dibin) de, cûda ye.

Dema ku Salih Şaşo tevî malbata xwe li herêma Kobanê jiyan dikir ajokar bû, bi vê yekê debara jiyana xwe dikir û malbata xwe  xwedî dikir. Lê ji ber rewşa şer û êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser Kobanê, neçar ma ku tevî malbata xwe biçe Şamê. Ji wir jî ji bo peydakirina kar, çûn bajarê Siwêdiyê. Di wê demê de her çar keçên wî biryar dan ku bi malbatê re bibin alîkar û dikaneke şêraniyê vekirin li Şamê û Siwêdiyê vekirin.   DRK-4-XWUSK-KARDIKIN-JI-BO-ABORIYA-MALBATE1 ‫(169083397)‬ ‫‬

Di sala 2016′an de jî, Salih tevî malbata xwe vegeriya Rojava û li bajarê Dêrikê bi cih dibin. herçar xwîşkan li wir dikanek girtin û dest bi xebatê kirin. Her çar xwîşk cûreyên cûda yên şêraniyê çêdikin û rojane 14 dixebitin.

Xwîşkan dane zanîn ku ew bi îsrar dixebitin û bi vê yekê hemû bendên ku civakê li pêşiya jinê ava kirine derbas kirin. xwîşkan bang li hemû jinan kirin ku aboriya xwe, bi xwe geş bikin.

(mm)

ANHA