Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi kêmderfetan xwe fêrî keyboard kir

EHMED REŞÎD

EFRÎN – Ji zaroktiya xwe ve bi mûzîkê ve hate girêdan, tevî hemû kêmderfetan û rewşa xizantiyê karibû hemû astengiyan derbas bike û bi xwe fêrî amêra “keyboard” bibe.

Ciwanê bi navê Hikmet Hesen, ku bi navê Hikmet Mîlan tê nasîn di sala 1980’yî de li gundê Aşka rojava ya girêdayî devera Cindirêsê ya Kantona Efrînê ji dayîk bûye.

Ji amêra keyboard hez dike tevî ku ji çanda civaka Kurdî dûr eHIKMET

Hikmet Mîlan ji zaroktiya xwe ve ji amêra keyboard hez dike, ji ber kêmderfetan û rewşa xizantiyê nikaribû amêrekî xwe yê keyboard bikire û fêrî wê bibe, di encamê de di şeş saliya xwe de berê xwe da amêra tenbûrê û fêrî wê dibe. Lê girêdan û hezkirina wî ji keyboard re berdewam bû. Mîlan her tim serdana hevalên xwe yên ku keyboarda wan hebûn, dikir û carinan amêra hevalên xwe dianîn mala xwe û fêrî lêdana keyboardê dibû, tevî ku malbata wî ji vê amêrê hez nedikirin.

Derketina afrîneriya wî hişt ku nêrîna malbatê jî were guhertin

Hikmet Mîlan bi israr hewl dida fêrî keyboard bibe û vê yekê hişt ku bala malbata xwe û bi taybet bala bavê xwe bikişîne û vê yekê hişt ku nêrîna malbatê hêdî hêdî were guhertin. Piştre bavê wî amêrekî keyboard jêre kirî û wî jî dest bi xwefêrkirinê kir. Hikmet Mîlan cara yekemîn di sala 1997’an de derket ser dikeyê û beşdarî şahiyên zemawendên herêmê bû.

Bê alîkarî fêrî keyboard dibe

Di derbarê mijarê de Hikmet Mîlan ji ANHA’yê re axivî û behsa astengiyên rastî wî hatine kir û wiha got: “Di destpêka riya min a hunerê de ez bi dijwarî fêrî lîstina mozîkê dibûm, nemaze ji ber rewşa aborî ya malbata min gelekî zehmet bû û di encamê de ez rastî gelek astengiyan dihatim. Dema ku bavê min keyboardek ji min re kirî, kesekî ku min fêrî lîstina keyboard bike li derdora min tune bû, min jî bi xwe dest bi xwefêrkirinê kir.”

Beşdarî amadekirina navenda Çand û Hunerê ya Efrînê dibeEFRIN-HEVDITINA-BI-HIKMET-MILAN-RE (3)

Hikmet Mîlan beriya aloziya Sûriyeyê li bajarê Helebê jiyan dikir, piştî ku şer û aloziya Sûriyeyê dest pê kir û rewşa ewlehî li bajarê Helebê dijwar bû, di sala 2013’an de vegeriya bajarê Efrînê û tavilê beşdarî nava xebatên şoreşa Rojava dibe. Mîlan di destpêkê de beşdarî xebatên amadekirina navenda Çand û Hunera bajarê Efrînê dibe û bi kêmderfetên xwe “tomargehekê” ava dikin.

Mîlan di derbarê wê qonaxê de jî wiha dibêje: “Min riya xwe ya hunerî li Efrînê berdewam kir. Piştî ku ez ji bajarê Helebê vegeriyam tavilê ez beşdarî nava xebatên Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê bûm. Me bi hevkarî tevî hemû kêmderfetan zemîna navenda Çand û Hunera Efrînê ava kir.”

Ji destpêka avakirina tomargehê ve heta niha Hikmet Mîlan nêzî 150 stran tomar kirine û piraniya wan stranên şoreşgerî û yên girêdayî berxwedana YPG’ê û YPJ’ê bûn.

Mîlan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew piraniya dema xwe di stûdiyo de diqedîne û gelek caran heta nîvê şevê xebatên xwe dimeşînin.

‘Divê her hunermendek xwe bispêre nirxên şoreşê’EFRIN-HEVDITINA-BI-HIKMET-MILAN-RE (1)

Hikmet Mîlan di dawiya axaftina xwe de got ku piştî destpêkirina şoreşa Rojava êdî derfet ji her hunermendekî re vekirî ye ku asta çand û hunera civaka xwe bilind bike û wiha anî ziman: “Di serdema rêjîma Baasê de çand û hunera Kurdî qedexe bû û xebatên çandî gelekî bi zehmetî dihatin meşandin. Lê niha piştî serkeftina şoreşa Rojava êdî derfet ji her kesî re vekirî ye ku çanda xwe vebêje û biparêze. Divê hunermend jî bi berpirsyarî nêzî mijara çand û hunerê bibin û xwe bispêrin nirxên şoreşê da ku çanda xwe ji pişaftinê biparêzin.”

Hêjayî gotinê ye Hikmet Mîlan beşdarî gelek mihrîcanên hunerî û folklorî yên di hundirê herêma Efrînê de bûye.

(jh)

ANHA