Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi navê YPG`ê qîrdan û şervan hembez kirin

Dimen

RÊNAS REMO-MURAD KENDA

REQA- Piştî 5 mehan ji dorpêçê rizgar dibe, bi navê YPG`ê qîr dide û şervanan hembez dike.

Di berdewamiya Hemleya Rizgarkirina Reqayê de tîmên taybet ên QSD`ê yên rizgarkirina sivîlan bi dehan sivîl rizgar kirin.REQA-MALBATEKE-KEF XWESIYA-XWE-ANI-ZIMAN1 (1)

Malbatên ku piştî 4 mehan di dorpêça çeteyên DAIŞ`ê de mabûn ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin rizgarkirin. Yek ji wan malbatan jî malbata Necah El-Hemîd bû. Dayîka Necah tevî zarok û hevjînê xwe di dorpêçê de mabûn. Bawer nadikirin ku hatibûn rizgarkirin, dayîka Necah bi navê YPJ/YPG`ê qîr da, xwe ji erebê avêt erdê û erd maç kir, êdî ew cilên reş ku wê difetisandin parçe kir û bi rondikên kêfxweşiyê re şervan hembez kirin.

Dayîka Necah ji ajansa me re axivî û got ku sekvanên DAIŞ`ê destûr nedidan ku ew ji malê derbikevin û wiha pê de çû:ʺ Em bi hedarî li benda şervanên QSD`ê bûn ku me rizgar bikinʺ.

Her wiha dayîka Necah da zanîn ku şervanên QSD`ê ji bo sivîlan ji dorpêça çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin, jiyana xwe dixistin xeteriyê de û birîndar dibûn.

(np)

ANHA