Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi nêzikbûna Roja 25`ê Mijdarê semîner hate dayîn

EFRÎN – Bi nêzikbûna Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê, Rêxistina Sara li kantona Efrînê semînerek ji jinan re lidar xist û Roja 25`ê Mijdarê û giringiya wê, rave kir.EFRIN-SEMINER-JIN-JI-BO-ROJA-SEDETA-SER-JIN1 (5)

Di semînera ku li navenda Rêxistina Sara ya bajarê Efrînê hate lidarxistin, bi dehan jinên komînên  tax  Eşrefiyê, Mehmûdiyê û Efrîna Nû, amade bûn.

Semîner bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê, ji rêveberên Rêxistina Sara Gulistan Arif axivî û têkoşîna jinê di dirêjahiya dîrokê de û pêşxistina şaristaniyan, anî ziman.EFRIN-SEMINER-JIN-JI-BO-ROJA-SEDETA-SER-JIN1 (3)

Her wiha Endama Rêveber a Rêxistina Sara Binefiş Nebo serpêhatiya Roja Têkoşîna Şideta li Dijî  Jinê vegot.

Binefiş got ku hêza jinê heye ku her tiştî bike û mînaka wê jî şoreşa Rojava ye.

Tê payîn ku wê Rêxistina Sara heta 25`ê Mijdarê, semîner û platforman derbarê roja Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê, lidar bixe.

(kc)

ANHA