Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi nêzikbûna zivistanê kon li kampa Miştenûr hatin belavkirin

KOBANÊ – Komeleya Buhar a Alîkariyê û bi hevkariya  Desteya Karûbarên  Civakî ya kantona Kobanê, 35 kon li kampa Miştenûr a Kobanê, belav kir.KOB-BILAVKERNA KONAN LE KOJBARAN (3)

Serokê Desteya Karûbarên Civakî Moro Hisên got ku bi alîkariya Komeleya Buhar, wan 35 kon li malbatên ku di kampa Miştenûr  de dimînin, belav kirin.

Berpisyarê belavkirinê yê girêdayî Komeleya Buhar Salih Elî destnîşan kir ku bi nêzikbûna demsala zivistanê re belavkirina konan ji bo welatiyên ku di kampa Miştenûr de  dimînin, pir giring e.

Ji aliyekî din ve jî, di rojên pêş de, wê Desteya Karûbarên Civakî madeya mazotê li malbatên ku di kampa Miştenûr de  dimînin û hejmara wan 32 malbat in, belav bike.

(kc)

ANHA