Têkilî | Derheqê me de
ANHA

 ‘Bi rihê Berxwedan Serdemê em ê Komploya Navnetewî vala derbixin‘

Dîmen

QAMIŞLO – Jinên Tevgera Kevana Zêrîn komploya 15‘ê Sibatê şermzar kirin û gotin ku ew ê bi rihê Berxwedan Serdemê Komploya Navnetewî vala derbixin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn.

Bi dehan jinên Tevgera Kevana Zêrîn a bajarê Qamişlo bi armanca şermezarkirina Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Avahiya Meclîsa TEV-DEM‘ê kom bûn û daxuyaniyek ji bo raya giştî dan.

Di daxuyniya Tevgera Kevana Zêrîn de ev tişt hatin gotin:

“Em 20‘emîn salvegera komploya navnetewî ya 15‘ê Sibatê şermzar dikin, armanca komplo di kesayeta Rêberê APO çand, netew û tunekirina dîroka me ye.

Di serdemekê ku Rojhilata Navîn di nav lepên penceşêrê de li ber xwe dide û bi nefesên azadiyê xwe ji mirina erzan rizgar dike, em ê têkoşîna xwe ya giranbuha li her deverê mezintir bikin.

Di van kêliyan de ku li bajarê me yê Efrînê dewam dike dengê Berçem û Viyanan de di sirûda azadiyê bilindtir dibe

Ev şerê ku li ser xaka Rojava û Bakurê Sûriyê bi dijwar berdewamd dike, berdewama komploya navnetewî ye. Ev şerên qirêj bi destê NATO, Îsralîl , AKP‘ê û hevkarên wê tê meşandin, bi vê yekê vîna gelan hedef dike.

Lê Rojava ku bûye qadeke wisa ku şaxên neteweya demokratîk a ku bindgeha xwe ji ramanê Ocalan digire li her deverê geş dibe. Eşkereye ku şoreşa Rojava bûye hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn.

Em wekî jinên ku di riya Tevgera Azadiyê de dimeşin em ê xwedî li felsefe û ramanê Rêber Ocalan yê azadiyê mirovahiyê esas digire derkevin, em ê xwedî li têkoşîna her netewekî ku çand û zimanê xwe ku bi azadî û wekhevî jiyan bikin esas bigirin. Ji bo em xwe bighînin mifteyên azadiyê û bi Rêber Apo re jiyan bikin, em her nefesekeke xwe bikin têkoşîn.

Di salên dirêj de wekî jin di riya azadiyê de bi awayekî çalak têkoşîn da û di gelek qadan de me serkêşî kir. ji ber wê em di wê baweriyê de ne ku azadiya jin azadiya civakê misoger dike.

Em ji Rêber Apo fêr bûn ku jin dikare xwedî li nirxên gelê xwe yê dîrokî derkeve. Me di vê çalakiyê de ku bi navê her kêlî bi Rêber Apo re jiyan bikin, da destpêkirin, her wiha me hestên xwe di maneyan de nivisandibû, em ê van hestan bi mezinkirina têkoşînê bilindtir bikin.

Em dîsa wekî jinên Tevgera Kevana Zêrin, di kesayeta şehîdên Berxwedana Serdemê de şehîd Avesta Xabûr û hemû hevreyên wê soza tolhildanê didin.

Bi rihê Berxwedan Serdemê em ê komploya navnetewî vala derbixin.”

(bb)

ANHA