Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi ruhê fedraliyê Newroz pîroz kirin

EFRÎN/HELEB– Şêniyên Efrînê û ciwanên Helebê bi dirûşmeyên azadiya gelan û fedraliyê cejna Newrozê bi şahî û meşa bi meşeleyan pîroz kirin.

Bi hezaran Kurdistanî, endamên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Saziyên Sivîl, endamên Tevgera Civaka Demokratîk û Kongreya Star tevlî şahî û çalakiyên Newrozê bûn.

NAVÇEYA RACO

Şêniyên gundê Meydana ya girêdayî navçeya Raco a kantona Efrînê cejna Newrozê pîroz kirin û bi sedan şêniyên navçeyê û gundê wê tevlî şahiyê bûn.

Şahî li dibistana têkoşer Engîzek a seretayî ya gundê Meydana hat organîzekirin. Dibistan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên kesk, sor û zer hatibû xemlandin.

EFRIN-REO-NEWROZA-GUNDE-MEYDANA EFRIN-REO-NEWROZA-GUNDE-MEYDANA1 EFRIN-REO-NEWROZA-GUNDE-MEYDANA2

Koma şehîd Dilsoz di şahiyê de awazên şoreşgerî û gelêrî pêşkêş kirin. Koma şehîd Diyar jî floklorên gelêrî gerandin.

Şahî bi dirûşmeyên berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedaniya YPJ/YPG`ê silav dikin, bi dawî bû.

NAVÇEYA CINDIRÊS

Desteya Çand û Huner li navçeya Cindirêsê bi boneya cejna Newrozê şahî lidar xist. Şahî li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Cindirêsê pêk hat û bi sedan şêniyên navçeyên û gundên wê, şervanên YPJ/YPG`ê, Hêzên Asayîşê û endamên saziyên sivîl tevlî şahiyê bûn.

Salon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran û alên TEV-DEM`ê û TEV-çand hatibû xemlandin.

Şahiyê bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Di şahiyê de Rêveberiya Desteya Çand û Huner a navçeya Cindirêsê Nîroz Silêman axivî û cejna Newrozê li beşdarvanan û giştî cîhanê pîroz kir.

EFRIN-CINDIRESE-SAHI-JI-BO-NEWROZE EFRIN-CINDIRESE-SAHI-JI-BO-NEWROZE1

Piştî ku axavtina Nîroz Silêman bi dawî bû koma Şehîd Denêz û Koma Kulîlkên Efrînê ya zarokan awaz pêşkêş kirin. Koma şehîd Arîn û ya Ciwanên Rojava govendên floklorî gerandin.

Di dawiya şehiyê de şêniyan bi heyecan û kêfxweşiyeke mezin govend gerandin.

HELEB

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li taxa Şêxmeqsûd meşa bi boneya cejna Newrozê meşa bi meşeleyan organîze kir û bi sedan ciwanê taxa Şêxmeqsûd û taxên rojhilat ên Helebê tevlî meşê bûn.

Ciwanan di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YCR`ê û meşela rakiribûn û dirûşmeya `Bijî berxwedaniya ciwanan li Bakurê Sûriyeyê` berz kirin.

Ciwan li hemû kolanên taxa Şêxmeqsûd meşiyan û li qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd rawestiyan.

Piştî ku navê APO bi agir nivîsandin Rêveberê YCR`ê yê Helebê Rûbar Osman axivî. Osman di destpêka axavtina xwe de cejna Newrozê li hemû pêkhateyên Sûriyeyê pîroz kir û got:ʺ ez hêvî dikim ku ev Newroz bibe Newroza Azadî, Fedraliyê û biratiya Gelanʺ.

Rûbar anî ziman ku ew ê bi ruhê berxwedaniya taxa Şêxmeqsûd û taxên rojhilatê Helebê Newroza îsal pîroz bikin.

Meş bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyên azadiya gelan û fedraliyê silav dikin, bi dawî bû.

(np)

ANHA