Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi ruhekî hevbeş xebatên çandiniyê dikin

TOLÎN HESEN

EFRÎN – Jin bi ruhekî hevbeş xizmeta erdê xwe yê çandiniyê dikin û aboriya xwe geş dikin.EFRIN-KOMELA-CANDINI-YA-INANA1 ‫(127926790)‬ ‫‬

Koparatîfa ″Înana″ ya çandiniyê ya jinan di 1′ê mijdara sala 2016′an de, ji aliyê Kongreya Star a Kantona Efrînê ve bi beşdariya 9 jinan, hat avakirin. Her jinek bi 10 hezar L.S beşdarî koparatîfê bû û pereyên ku ji jinan hatin komkirin, pê tovên çandiniyê, semad û pêdiviyên çandiniyê hatin kirîn.

Ji bo koparatîfê 18 donim erdên çandiniyê hat veqetandin. Jinan erdê xwe ji bo çandiniyê amade kir û di mehên çile û sibatê de tovên ″sîr, pîvaz, nok, peqle û genim″ çandin. Jinan erdê xwe semad jî kirin, da ziyan negihêje berheman.

Di destpêka meha adarê de jî, jinan erdê xwe ji gîha paqij kirin, da bandorê li ser berheman nekin. Pirsgirêkên ku li pêşiya jinan derketin, buhayê bilind ê tovên çandiniyê bû.EFRIN-KOMELA-CANDINI-YA-INANA1 ‫(1)‬

Endama Rêveberiya koparatîfê Emîne Mustefa anî ziman ku ew bi hemû derfetên hewl didin ku projeya wan bi ser bikeve û wiha got: ″Em xwe birêxistin dikin  û derbarê girîngiya çandiniyê  û çawaniya pêşxistina wê de, perwerdeyan dibînin. Armanca ji projeya me avakirina ruhê hevkarî û jiyana hevbeş di navbera jinan de, xurtkirina aboriya jinê  û şikandina dorpêça li ser herêmê ye.″

(mm)

ANHA