Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Bi saya fikirî Ocalan em gihan vê astê‘

Dîmen

ŞEHAB EL-EHMED

QAMIŞLO – Berpirsê Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê ya navçeya Til Hemîsê Heyal El-Xiweyir bang li rêxistinên têkildaîr mafên mirovan kir ku li hember kiryarên dewleta Tirk ji bêndegiya xwe derkevin û got “Em daxwaza azadiya Ocalan dikin, ji ber ku bi saya wî em li Bakurê Sûriyeyê gihane vê astê.”

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê ya navçeya Til Hemîsê Heyal El-Xiwêr derbarê kiryarên dewleta Tirk ên derhqerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

El-Xiweyir di destpêka axaftina xwe de got “Bi saya ramenê Ocalan îro li Bakurê Sûriyeyê jiyana hevbeş û biratiya gelan pêk hatiye, ramanê Ocalan banga azad û demokrasiyê dike, ji ber vê yekê em azadiya wî dixwazin.”

Heyal El-Xiweyir, nêzîkatiyên dewleta Tirk û ne diyarkirina rewşa ewlehî ya Ocalan şermezar kir û got ” Divê Rêxisitnên têkildarî mafên mirovan destwerdanê bike û zextê li desthildariya Tirkiyê bike da ku rewşa Ocalan diyar bike û destûr bide malbata wî da ku hevdîtinan pê re bikin. Her wiha yasa û pîvanên navdewletî pêk bîne.”

Heyal El-Xiweyir derbarê armanca tecrîdê got “Tecrîda Îmralî yek ji hewldanên dewleta Tirk e ku fikir û felsefeya Ocalan sînordar bike û nehêle belav bibe, ji ber ku ev fikir ji bo gelên bindest û azdîxwaz hêvî ye. Ramanê Ocalan baweriya gelan bi wan anî û hemû komployên li ser gelê kurd û gelên din têk bir.”

El-Xiweyir got ” Xeta sêyemîn ku gelê Sûriyeyê pejirand û ji têkoşîna xwe re kirin bingeh, avakirina YPG/YPJ û QSD, rihê biratiya gelan encamên fikirê Ocalan e. Em wekî gelên Til Hemîsê baweriya me bi vê fikirê tê û em piştgiriyê wê dikin.”

Heyal El-Xiweyir di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku sala 2018‘an bibe sala azadiya Ocalan û wiha got ” Gereke em qebûl nekin ku Rêberê me girtî li gel dewleta Tirk bimîne, pêwîste li hember vê rewşê bêdengî nemîne.”

(bb)

ANHA