Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Bi saya fikra Ocalan me kesayeta xwe ya azad ava kir’

KAMÎRAN XOCE

MINBIC – Jinên bajarê Minbicê ku bi fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor bûne bang li hemû jinên cîhanê kirin ku fikr û felsefeya wî nas bikin û gotin ku ew bi saya fikra wî azad bûne û êdî bi rola xwe ya xwezayî di civaka xwe de radibin piştî ku hemû mafên wan dihatin binpêkirin û vîna wan dihat şikandin.

Bi fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxên mirovahiyê di nava gelek civakan de hate çandin û welatiyên van civakan gelekî pê bi bandor bûn. Bi saya vê fikrê jinên bajarê Minbicê karibûn bigihêjin azadiya xwe û kesayeta xwe ava bikin û êdî ji qanûn û destûrên kevneşopiyên paşverûtî re ku bi salan e di nava civakê de belav bûne, dibêjin na.

Hin ji jinên ku bi fikra Rêber Ocalan gelekî bi bandor bûne, rêveber û berdevka Mala Jin a bajarê Minbicê Îman Mihemed Elî, Endama Rêveberiya Komîteya Lihevanînê ya Mala Jin Cîhan Mustefa, Endama Meclîsa Jinan a bajarê Minbicê Meha Silo û diyar kirin ku wan kesayeta xwe bi saya fikra Ocalan ava kirine û êdî bi vîneke azad jiyan dikin.

Fikra Ocalan hişt ku endamtiya jinan li Minbicê û gundewarê wê çalak be

Jinên bajarê Minbicê û gundewarê wê bi fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi taybet felsefeya netewa demokratîk û federaliyê gelekî bi bandor bûn ku bi saya wê êdî jin beşekî çalak di civaka Minbicê de ne.

MEHA SILO

Endama Meclîsa Jinan a bajarê Minbicê Meha Silo girêdayî mijarê wiha got: “Fikra Ocalan li ser jinên Minbicê xwedî bandoreke mezin e, ji ber ku jin êdî endamtiya xwe ya çalak di civakê de nas kirine, piştî ku demeke dirêj û bi salan mafên wê dihatin binpêkirin û jinan bawer dikir ku berpirsyariya wan tenê anîna zarokan û xizmetên male ye. Niha jî bi saya fikra Rêber Ocalan jin wekheviyekê bi mêran re jiyan dikin.”

Bi saya fikra Ocalan azadiya xwe standin

Jinên ciwan ên bajarê Minbicê û gundewarê wê bi saya fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî xwedî nêrîneke azad in û hêza kesayeta xwe ji felsefeya Rêber Ocalan werdigirin bêyî ku alîkariya ti kesî bixwazin û azadiya xwe pêk tînin.

IMAN MIHEMED ELI

Endama rêveberî û berdevka Mala Jin a bajarê Minbicê Îman Mihemed Elî di derbarê heman mijarê de wiha got: “Jinên ciwan êdî nêrîna xwe ya azad tine ziman û hêza kesayeta xwe bi saya fikra Rêber Ocalan ava dike.”

Felsefeya wî qanûnên paşverûtî şikandin

Piştî ku fikra Ocalan li herêmê belav bûn, jinên Minbicê û bi taybet jinên ciwan karibûn qanûnên civakê yên paşverûtî ku di cviakê de belav bibûn bişkînin. Niha jinên Minbicê hewl didin van kiryarên li hemberî mafên jinan bi temamî têk bibin û jiyaneke azad biafirînin.

CIHAN MUSTEFA

Cîhan Mustefa got ku piştî jinên Minbicê fikr û felsefeya Rêber Ocalan nas kirin êdî mafên xwe jî nas kirin ku û niha li hemberî gelek qanûnên paşverûtiya civakî li ber xwe dide.

Her wiha gelek endamên jin ên rêveberiyê ji fikra Rêber Ocalan bi bandor bûne û êdî li gorî fikra azad têkoşîna xwe didomînin.

Endama Rêveberî û berdevka Mala Jin a bajarê Minbicê Îman Mihemed Elî got ku bi saya fikra Rêber Ocalan êdî wan têgeha azadiyê nas kirine û bi fikra azad hêz û cesareta wan bêtir zêde bûye.

Endama rêveberiya Komîteya Lihevanînê ya Mala Jin Cîhan Mustefa destnîşan kir ku bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan hebûna xwe ya çalak di civakên xwe de çespandin û vîna xwe ya azad diafirînin.

Endama Meclîsa Jinan a bajarê Minbicê Meha Silo jî girêdayî bandora wê bi fikra Rêber Ocalan wiha got: “Piştî ku min fikr û felsefeya Rêber Ocalan nas kir êdî baweriya min bi min zêde bûye. Beriya niha ez di malê de bê hêz mabûm û min nikaribû geşedanên derdora xwe binirxandina, lê niha ez bi bawerî nêzî hemû buyerên li derdora xwe dibim û em cihê xwe di civaka xwe de digirin.”

Îman Mihemed Elî, Cîhan Mustefa û Meha Silo bang li hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên Sûriyeyê û Minbicê kirin ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bikin  û bi rola xwe ya xwezayî di civakên xwe de rabin.

Siyasetên Tirkiyeyê li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin

Jinan di dawiya axaftinên xwe de kiryarên dewleta Tirk a faşist û tecrîda wê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kirin û bang li rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan kirin ku zextê li Tirkiyeyê bikin û rewşa Rêber Ocalan a tenduristî ji giştî cîhanê re zelal bikin. Jinan dane zanîn ku dewleta Tirkiyeyê bi van hewldanên xwe dixwaze vîna azad a gelên herêmê û bi taybet vîna jinan bişkîne.

(jh)

ANHA

MINBIC-NERINEN-JINAN (2) MINBIC-NERINEN-JINAN (1)