Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi sedan kes çûn sersaxiya malbata Xemgîn Cudî

EFÎN – Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê serdana konê sersaxiyê yê têkoşer Xemgîn Hebîb (Xemgîn Cûdî) ku di 22’yê çile de di hemleya rizarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da, kirin û sersaxî ji malbata wî xwestin.

Bi armanca sersaxî xwestina ji malbata tEkoşer Xemîn Cûdî re bi sedan welatî û endamên saziyên navçeyên Bilbil, Mabeta û Raco li pêşiya mala Gel a navçeya Bilbilê kom bûn û berê xwe dan gundê Qurnê yê ku têkoşer Xemgîn Cûdî lê jidayîk bûye.

Welatî li vir çûn konê sersaxiyê û ji malbata Cudî re sersaxî xwestin. Li vir Fermandara Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a navçeya Bilbilê Avesta Dêrik, Rêveberê Saziya Malbat Şehîdan Melik Elîş,Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Siltana Hemdî û Endamê Tevgera Civaka Demokrat (TEV-DEM) Cemal Bekir li vir axaftin kirin.

Axaftvanan berxwedana YPG’ê ya li Kobanê silav kirin û rizgarkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan pîroz kirin.

Axaftvanan bal kişandin ser rola tekoşeran a di pêkanîna azadî de û gotin ku cangoriyên azadiyê rûmet û wekheviya gelên herêmê parastiye.

EFRIN-BILBILE-MERSIMA-SEHID-XIMGIN-2EFRIN-BILBILE-MERSIMA-SEHID-XIMGIN-3 EFRIN-BILBILE-MERSIMA-SEHID-XIMGIN-4 EFRIN-BILBILE-MERSIMA-SEHID-XIMGIN-5 EFRIN-BILBILE-MERSIMA-SEHID-XIMGIN-6