Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dr. Qehreman bi merasîmeke bi heybet hat oxir kirin

Dîmen

QAMIŞLO – Bi sedan kesî Cenazeyê Endam û Kordînatorê Hêzên Asayîşê Dr. Qehreman Omerî ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.qam-merasima-oxirkirina-tekoser-qehreman-%e2%80%ab38585740%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac

Ji bo wergirtina cenazyê Endam û Kordînatorê Hêzên Asayîşê Dr. Qehreman Omerî ku di roja 9’ê Çileyê di encama teqîna bombeyeke ku di tirimpêla wî de hatibû bicihkirin de jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes li ber mala gel a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn.

Welatiyên ku alên Asayşa Rojava, TEV-DEM’ê, Posterên Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşer hilgirtibûn, bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re diqîriyan. Nûnerên Rêveberiya xweser jî amade bûn.

Piştî ku girseya gel cenazeyê têkoşer wergirt, bi karwanekî tirimpêlan ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ket rê.

Li deriyê ketina goristanê bi sedan kesî cenazeyê têkoşer pêşwazî kirin. Endamê Hêzên Asayşê û YPG’ê darbesta têkoşer hilgirtin ser milê xwe û li cihê merasîmê bicihkirin.qam-merasima-oxirkirina-tekoser-qehreman-%e2%80%ab38585745%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac

Paşê jî Endamên Hêzên Asayîşê merasîma leşkerî lidar xistin û ji bo bîranîna Têkoşer Qehreman û hemû têkoşerên azadiyê 21 gule hatin avêtin.

‘Em ê tola Qehreman hilînin’

Paşê jî axaftin hat kirin. Yek ji axaftvanan Hevserokê Desteya Hindirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat qam-merasima-oxirkirina-tekoser-qehreman-%e2%80%ab38585737%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%acbû. Berekat seresaxî ji malbata têkoşer û tevahiya hêzên Asayşê re xwest û got ku kesên ev karê tirsonek kirine dixwazin ku di şexsê Têkoşer Qehreman de, tirsê bixin nava gel û wiha domand: “Lê belê gelê me tu carî ji van kiryaran natirse. Bila her kes û bi taybet kesên ku ev kiryar kirine baş zanibin ku çawa me tola hemû têkoşerên berê rakirin em ê tola têkoşer Qereman jî rakin.”

Berekat got ku wê li Bakurê Sûriyê Sîstema Federal were pêkanîn, ev jî tolhildana herî baş a ji bo têkoşeran e.

Berekat bal kişand ser destkeftiyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi dest xistine û rola Asayşê ya di parastina ewlehiyê û van destkeftiyan de û got: “Çawa ku hêzên me yên QSD’ê karibûn ku herêmeke bi qasî 3 welatan paqij bikin û sînorên wê biparêzin, hêzên Asayşê jî wê karibin van destkeftiyan û ewlehiya hindirîn biparêzin. Şoreşa me şoreşeke ku hemû beşên civakê tê de hev temam dikin. Ji ber vê yekê wê şoreşa me bi ser bikeve. Em tu carî gav paş navêjin.”

Berekat behsa kar û xebata têkoşer a di ware tenduristiyê de jî kir û got ku têkoşer Qehreman li ku kar û xebata bihata xwestin her tim amade bû û wî bi sedan hevalên xwe yên birîndar li Nexweşxaneya Nûr pêşwazî kirin û derman kirin.

Berekat di dawiyê de jî got:” Bila baş zanibin ku her çiqas êrîş û pilanên wan zêde bibin, wê berxwedana me mezintir û bilindtir bibe.”

‘Rojek azad baştir e ji sed salên koletiyê’qam-merasima-oxirkirina-tekoser-qehreman-%e2%80%ab1%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac

Paşê jî li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Edalet Omer axivî. Edalet got ku şoreşeke ku şehîd û bedelên wê tine ne, tine. Edalet got: “Kesên ku van êrîşan pêk tînin dixwazin ku gelê me tine bikin. Lê belê gelê tu carî li hemberî van êrîşan têk naçe û tine nabe. Her şoreşk bedelê wê hene. Bila em rojeke azad li ser axa xwe bijîn, baştir e ku em sed salên koletiyê bijîn. Şehîdên me roniya riya me ew her dem di dilê me de dijîn.”

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, nasnameya têkoşer hat xwendin û radestî malbata wî kirin. Malbata têkoşer jî derketin ser dikê û belgeya şehadetê ya kurê xwe bi tilîliyan wergirtin.

Di dawiyê de jî beşdaran û hêzên parastinê darbesta têkoşer rakirin ser milan û di nava tilîlî û diruşmeyan de spartin axê.

Roja 9’ê Çileyê saet di 19.40′yan de erebeya Endam û Kordînatorê Hêzên Asayîşê Dr. Qehreman Omerî li pêşiya midûriyeta berîdê ya li herêma Sebi Behrat a bajarê Qamişlo hat hedefgirtin. Di encamê de Omerî di cih de jiyana xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.

(dm-dî)

ANHA