Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi sedan sersaxî ji malbatên hersê şehîdan re xwestin

GIRKÊ LEGÊ –Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê sersaxî ji malbatên hersê têkoşerên ku di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûn re, xwestin.GIRKE- MERASIME- SEHIDE

Bi sedan şêniyên herêmên Girkê Legê û Dêrikê, Şervanên YPJ/YPG′ê û Saziyên Civaka Sivîl berê xwe dan gundê Til Cuman ê girêdayî bajarê Girkê Legê û sersaxî ji malbatên Şehîd Fermandar Metîn Bekir (Robar Mardînî) û şehîd Omar Karkwêr (Delîl Doxan)yên di pêngava sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê de Şehîd bûne, her wiha sersaxî ji malbatê şervanê YPG′ê Şehzad Hadî (Firat Amed) ku dema li ser erkên xwe yê leşkerî bû şehîd bû re, xwestin.

Serdana sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtiê dest pê kir. Paşê Fermandara YPJ′ê Rozda Dêrik axivî, sersaxî ji mabatên şehîdar re xwest û wiha axivî: ″Di vê pêvajoya hestyar de bi saya xwîna şehîdan, gelek serkeftinên mezin li ser hemû astan têne bidestxistin.″

Endamê Komîteya Rêveber a PYD′ê Hesen Koçer jî derbarê bûyerên vê dawiyê li Şengalê wiha got: ″PDK′ê ku îdîaya Kurdayetiyê dike, îro êrîşî gelê Êzidî dike û hewl dide careke din bi hicetên cûda, komkujiyan pêk bîne. Lê siyasetên ku tenê xizmeta berjewendiyên dijminên gelê me dike, dê bi berxwedana gelê me vala bêne derxistin.″GIRKE- MERASIME- SEHIDE3

Her wiha li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Girkê Legê Mihemed Cemîl, li ser navê Kongreya Star Fatme Silêman û bi navê malbatên şehîdan jî, axaftin hatin kirin.

Axaftvanan rola şehîdan di azadiya gelan de berz nirxandin û diyar kirin ku cangoriyên azadiyê bi fedekariya xwe, jiyaneke azad û birûmet ji gelê xwe re afirandin.

Axaftvanan soza şopandina riya şehîdan dan û gotin ku ew ê armancên şoreşê pêk bînin û Sûriyeke Demokratîk, pireng ava bikin.

Di dawiya serdanê de, durişmeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dilsoziya bi şehîdan re hatin avêtin.

(rr/mm)

ANHA