Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi wekheviya zayendî civakeke azad ava dibe

HISÊN UMER

Yekem care li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê, biryareke dîrokî hat girtin û dê bandora wê li ser jiyana civakî, aborî û siyasî ya herêmên Rojava, Bakurê Sûriyê û tevahî Sûriyê hebe. Ev biryar beşdariya jinê bi rêjeya nêvî di hilbijartinên Şaredarî, herêm û Meclîsa Federal e û dê hejmara jin û mêran di van saziyan de wekî hev be.

Ev gav bi serê xwe şoreşeke civakî ye û dê bingeha jinûve avakirina civakeke azad û xwedî aboriyeke xurt ava bike û wekheviyê di navbera jin û zilam de pêk bîne. Bi vî rengî mêr nikare desthildariya xwe li ser jinê ferz bike û dê nerînên wê di girtina biryaran û rêvebirina civakê di rewşa şer û aştiyê de hebe.

Mirov dikare vê biryara ku xwe dispêre felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê rola jinê di warê civakî û siyasî de, wekî gaveke nû ku beriya niha li tu deverên cîhanê nehatiye avêtin bi nav bike. Di vê çarçoveyê de sîstema Hevserokatiyê di rêxistinên girêdayî tevgera civaka Kurdistanî de hatiye rûniştandin. Partiya Demokratîk a Gelan jî bi riya rûnişandina vê sîstemê di rêvebirina Şaredariyan de, rastiya wê îsbat kir. Bi riya vê sîstemê, xebata hevbeş bi awayekî xweştir tê meşandin.

Tevî hin pirsgirêkên ku derdikevin holê, jin beşdarî qadên leşkerî jî dibin û cihê xwe di saziyên sivîl ên Rojava de digirin. Dê tecrûbeya wekheviya di navbera jin û mêr de bi ser bikeve û ji tevahî welatên cîhanê re bibe nimûne.

Li gelek welatên cîhanê wekî Belcîkayê biryara wekheviya di navbera jin û mêr de hatiye girtin, lê di rastiyê de ev biryar pêk nayê, cûdahî dikeve navbera herdû zayendan, mêr bêtir bi nirx tê dîtin  û di heman xebatê de heqdestiya wî ji ya jinê zêdetire.

Li tu dewletên cîhanê rêjeya wekhev a beşdariya parlemento û rêvebirina Şaredarî, herêm, saizyên mezin, yekîtî û rêxistinan de, nîne. Ev yek dide xuyakirin ku li Rojava-Bakurê Sûriyê bi rastî şoreşeke fikirî û civakî ya kûr tê jiyankirin û dê encamên wê di salên pêş de diyar bibin. Dê jin û mêr bi hevre civakê di milê fikirî de pêş bixin û fikirên şaş ên serdestiya mêr li ser civakê ji holê rakin.

Ev tecrûbeya nû li herêmeke ku desthilatdariya mêr li ser hatiye ferzkirin pêk tê. Bi hezarê salane ku jin biçûk dihate dîtin, Wisa tê xuyakirin ku dê pêşeroja herêmê li ser esasê beşdariya hevbeş a jin û mêr di rêvebirina malbatê û civakê de were hunandin.

Bi vê biryarê dê cûdahiya di navbera herdû zayendan were rakirin û civakeke zana, azadî û wekhev were avakirin.

(mm)

ANHA