Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi wêneyan rola jinê di civakê de hate vegotin

QAMIŞLO – Di pêşengeha wêneyan ku li navenda çand û hunerê ya navçeya Amûdê de hate pêşandan, rola jinê di avakirina civakî de û dîrokê wê hate vegotin.

Desteya Tûrizim û Parastina Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê, pêşengeheke wêneyan li Navenda Çand û Hunerê ya Hurî ya Amûdê vekir. Di wêneyên  pêşengehê de, rola jinê di çerxên dîrokî de û heta roja îro her wiha qehremaniya jinê ku di şoreşa Rojava de daye, hate vegotin.

Pêşengeh heta roja sêşemê ango siba wê dewam bike.

(kc)

ANHA