Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi xebatên çandê ji zîhniyeta nijadperest rizgar bû  

ÎHSAN EHMEDHSK-XELIL-EMIN-1

HESEKÊ – Naskirina çanda gelên herêmê ew ji zîhniyeta nijadperestiyê rizgar kir û niha di govendên folklorî yên herêmê de bûye hoste.

Xelîl Ebdulezîz Emîn ji taxa Neşwe ya bajarê Heseke yê kantona Heseke ya herêma Cizîrê ye. Nobedarê Navenda Çand û Huner a Xabûr bû. Ji nêzve bi endamên çand û huner re dide û distîne. Bi jiyana wan bandor dibe û mereq dike ku bi riya çand û hunerê tevahî pêkateyên bajarê Heseke binase.

Emîn gava yekemîn ji Koma Şehîd Emar a govendên folklorî destpê dike û tevlî komê dibe. Ciyê xwe di nava xebatên çand û huner de girtin bandorê li ser kesayeta Emîn dike. Derbare vê yekê de Emîn got ku berî ez ciyê xwe di nava xebatên çand û huner de bigrim, ez her tim bi tenê bûm. Niha li gel min lêgerîna hevaltiyê xurt bûye û di aliyê civakî de têkiliyên min ji berê zêdetir bûne.HSK-XELIL-EMIN (2)

Koma Şehîd Emar a govendên folklorî li navçeya Rimêlan, Amûde, Şedadê, Heseke û li gelek ciyên dîtir govendên xwe yên folklorî pêşkêş kirin. Emîn jî yê ku nîsana 2015`an ciyê xwe di nava koma Şehîd Emar de girt êdî di govendên folklorî yên herêmê de bûye hoste.

Emîn anî ziman ku wî bi xebatên çand û hunerê re govendên folklorî yên herêmê naskirin û vê yekê bandor li ser kesayeta wî kir.

Di dawiyê de Emîn bang li ciwanan kir ku ciyê xwe di nava xebatên çand  û huner de bigrin. Çanda gelên herêmê binasin û ji zîhniyeta nijadperest a ku bi dehan salan li ser civakê hatiye ferzkirin, rizgar bibin.

(rr/kc)

ANHA