Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi xemlandina dîwarên dibistanan rûkeniya zarokan diafirîne

Dîmen

Dîmen:Bi xemlandina dîwarên dibistanan rûkeniya zarokan diafirîne

NEJBÎR OSMAN

DÊRÎK – “Dema zarokek li hemberî tabloyeke li ser dîwarên bajêr rûkenî dibe, rûkeniya wî dihêle ku ez hemû hêza xwe di şêwekariyê de bikar bînim.” Şêwekar Ebdilselam daxwaza xwe ya xemilandina dîwarên bajarê Dêrikê ji bo rûkeniyê li ser rûyê zarokan çêbike vegot.DRK-ABD-SELAM (6)

Ebdilselam Remezan ji welatiyên bajarê Hesekê ye û ev nêzî sê sal in li bajarê Dêrikê rû niştiye. Remezan ev nêzî 30 sal in şêwekariyê dike û niha projeyeke xemlandina bajarê Dêrikê bi xêzkirina wêneyên hunderî pêk tîne.

Ebdilselam Remezan ji zaroktiya xwe ve xwedî afrîneriyeke şêwekariyê ye û xwendina xwe ya huneriyê di fakûlteya hunerên estetîk a bajarê Dîmeşqê de bi dawî kiriye, niha mamostetiya şêwekariyê di Navenda Pêşxistina Malbatê ya bajarê Dêrikê de dike.

Remezan ji bo xizmeta welatiyên Dêrikê û bi taybet zarokan bike, dest bi projeya xemilandina dîwarên dibistan û hin deverên giştî yên bajêr bi tabloyên hunerî kir.

Ebdilselam Remezan dema ku tabloyek li ser dîwarekî bajarê Dêrikê çêdikir Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê hevdîtinek bi wî re pêk anî, Remezan di destpêkê de got ku dema tiştekî ji welatê xwe re pêşkêş dike gelekî kêfxweş dibe û wiha got: “Dema zarokek li hemberî tabloyeke li ser dîwarên bajêr rûkenî dibe, rûkeniya wî dihêle ku ez hemû hêza xwe di şêwekariyê de bikar bînim.”

Remezan her wiha got ku dema kesek xwedî afrîneriyekê be divê vê afrîneriya xwe bixe xizmeta civakê û wiha domand: “Divê em van afrîneriyan derbasî nifşên nû bikin da ku jiyana afrîner bête domandin û em hewl bidin paşerojeke aram û geş di aliyê huner û hemû aliyên zanistiyê de ji zarokên welatê xwe re peyda bikin.”DRK-ABD-SELAM (3)

Remezan di tabloyên xwe de dîmenên xwezayî yên xwe dispêrin xwezaya Kurdistanê xêz dike, her wiha wêneyên zarokan dema ku dilîzin çêdike û gelek wêneyên din ku piştgiriya xwendin û hezkirina zarokan ji dibistanan re çêdike. Nemaze gelek tabloyên ku berxwedana gelê Rojava vedibêjin xêz kirine.

Şêwekar Ebdilselam Remezan di tabloyên xwe de rengên cûda yên li gorî daxwaza zarokan bikar tîne û hemû rengên bikar tîne jî ji rewşên hawayê û baranê parastî ne.

(jh)

ANHA