Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Bi yekbûna Kurdan, ewlekariya Rojhilata Navîn jî misoger dibe’

Dîmen

EHMED SEMÎR

QAMIŞLO – Şêniyên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku bi yekbûna Kurdan re, dê ewlekariya Rojhilata Navîn misoger, bike.

Şêniyên bajarê Qamişlo têkildarî xebatên ji bo yekrêziya Kurdan, ji ajansa me re axîvin.

EDNAN MISEWER

Ednan Misewir destnîşan kir ku dewletên dagirker ji ber dewlemendbûna xaka Kurdistanê ax û gelê Kurd parçe, kir.

Misewir wiha domand:”Yekîtiya neteweyî ya Kurdî  di ramanê me de pêk hatiye. Roj bi roja hişmendiya kevin a gelê Kurd tê guhertin û dê ji holê werê rakirin, lê tîkoşîneke mezin pêwîst e”.

Misewir bi yekîtiya Kurdan re dê ewlekariya Rojhilata Navîn jî misoger bibe, ji ber ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya gelên herêmê û cîhanê, aştî pêk tîne.

BEHIYA MURAD

Behiye Murad bi lêv kir ku yekîtiya neteweyî xewna her Kurdekî ye û got:”Hêza me bi hebûna hêzeke leşkerî ya hevbeş a her çar parçeyên Kurdistanê de ye, da ku li hemberî her dijminên  ku gelê Kurdistanê hedef digre, rawest e.”

Behiye di dawiya axaftina xwe de got ku gelê Kurdistanê ji bo yekîtiyê amade  ye, lê fermandar û partiyên siyasî yên ku bi berjewndiyên teng tevdigerin, sedema derengmayîna  yekîtiyê ne.

EHMED HESEN

Ehmed Hesen anî ziman ku yekbûna gelê Kurd dê hemû parçeyên Kurdistanê jî azad bibinbi xwe re azadiyê ji hemû parçeyên Kurdistanê re bîne û wiha pê de çû:”Divê Kurdistaniyên li her deverê ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî de bibin yek.”

(rr)

ANHA