Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bi Yekîtiya Rewşenbîran dê civakeke demokratîk were avakirin

NARÎN EMÎN – FÎDAN EBDULLAH

EFRÎN – Hemû rewşenbîrên Kantona Efrînê bi riya avakirina Yekîtiya Rewşenbîran hatin gel hev, da civakeke demorkratîk were avakirin. Beşdariya jinê di nava xebatên Yekîtiyê de jî, rengekî cûda da nivîsan.EFRIN-RAPOR-LI-SER-KAR-XEBATE-YEKITYA-REWSANBIRA 1 ‫(42992135)‬ ‫‬

Di 9′ê tîrmeha sala 2016′an de, yekemîn konferansa rewşenbîran li Kantona Efrînê hat lidarxistin. Piştre Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê hat avakirin û armanca wê yekîtiya ramyar û rewşenbîran e.

Beriya ku Yekîtî were avakirin, têkîlî bi hemû rewşenbîrên Kantonê re hat danîn. Rewşenbîr bi riya avakiria Yekîtiyê bi awayekî demokratîk hatin gel hev, da neteweya demokratîk were avakirin. Ev yek civakeke komînal ava dike.

Yekîtiya Rewşenbîran, zêdeyî 140 rewşenbîrên ji tevahî gelên herêmê yên Ereb, Elewî, Kurd, Suryan û Êzidî, her wiha siyasetmedar, endamên partiyên siyasî yên Kantonê, nivîskar, helbestvan, xwendekar, lêkolîner, zimanzan, hunermendê şêwekar, derhêner, bijîşk, parêzer, mamoste, şêxên Îslamê, Elewî û Êzidî û ramyar digire nav xwe.EFRIN-RAPOR-LI-SER-KAR-XEBATE-YEKITYA-REWSANBIRA 1 ‫(42992130)‬ ‫‬

Xebatên Yekîtiyê

Yekîtiyê bi vexwendina hemû rewşenbîran şehîd Cegerxwîn bi bîr anî, şehîd Mihemed Bîlal jî bi beşdariya xwendekarên zanîngeha Efrînê û hemû peymangehên Kantonê, bi bîr anî. Her wiha gelek çalakiyên fikirî û çandî bi hemû cûreyên xwe hatin lidarxistin.

Di Roja Cîhanî ya Astengdaran de jî, Yekîtiyê bi koordîneya bi Komeleya Melak a atengdaran re, çalakiyeke çandî lidar xist.

Her wiha mehane bi koordîneya bi Desteyên Rêveberiya Xweser re, semîneran ji aliyê Yekîtiyê ve têne lidarxistin. Hin semîner derbarê tenduristiyê û çawaniya parastina ji nexweşiyan de têne lidarxistin. Her wiha bi koordîneya bi Yekîtiya Êzidiyan re jî, semînerek li ser Jeostatejiya bajarê Şengalê semînerek hat dayîn.EFRIN-RAPOR-LI-SER-KAR-XEBATE-YEKITYA-REWSANBIRA 1 ‫(1)‬

Heftane (her roja şemiyê) jî semînerên çandî û fikirî derbarê mijarên folklore, ragihandin, mûzîk, tendurisiya giştî û romanan de têne lidarxistin.

Yekîtiya Rewşenbîran hewl dide bi xebatên xwe, civakê pêş bixe. Di vê çarçoveyê de pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên Kantonê ve têne nivîsandin, têne çapkirin.

Têkîliyên xwe fireh dikin

Rewşenbîrên Efrînê bi koordîneya bi rewşenbîrên herêmên Şahbayê û bajarê Helebê re, civîn û danûstandinan li dar dixin û têkîliyên xwe xurt dikin. Armanca ji vê yekê ew e ku li wan herêman bal were kişandin ser rola rewşenbîran û şaxên Yekîtiyê li Helebê û herêmên Şahbayê, werin vekirin.

Projeyên demên pêş

Yekîtiya Rewşenbîran amadekariya lidarxistina mihrîcaneke çandî li ser asta navneteweyî û cîhanî dike. Dê di mihrîcanê de çîrok, roman, destaneyên Kurdî, lêkolînên derbarê Kantona Efrînê de, ragihandin rojnamegerî werin pêşkêşkirin. Armanca ji vê mihrîcanê, destekdayîna rewşenbîrane. Dê mihrîcan hefeteyekê bidome.

Endamên ên Yekîtiyê jin jî amadekariya avakirina Komîneke Jin dikin, da rola jina rewşenbîr di nava xebatên Yekîtiya Rewşenbîran de, were xuyakirin.

Her wiha dê mirîcaneke din bi navê ″Pênûs″ were ji aliyê Yekîtiy ve were lidarxistin û du rojan dom bike.

Li aliyekî din jî Yekîtiya Rewşenbîran amadekariya lidarxistina duyemîn konferansa xwe dike. Dê konferans di 9′ê Tîrmehê de were lidarxistin û tê de rêziknameya hundirîn a Yekîtiyê were sererastkirin.  Her wiha dê pêşînyar werin kirin ku ″Buroyên taybet ji  bo her çandekê were vekirin, têkîlî bi rewşenbîrên herêmên Şahbayê û bajarê Helebê re were xurtkirin, rêveberiya Yekîtiyê were firehkirin, têkîlî bi dewletên derve re were kirin, Komîna Jina Rewşenbîr û Yekîtiyên Nivîskaran, Hunermendan, Rojnamevanan û Mûzîksyenan″ werin avakirin.

Li navenda Yekîtiyê jî, amadekarî tê kirin Buroyeke xwendinê were avakirin.HEYSEM MISTEFA

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran Heysem Mustefa axivî û da zanîn ku ew bi hemû rewşenbîrên Kantonê re têkildar bûn û yekîtiya wan avakirin.

Mustefa diyar kir ku çalakiyên ku Yekîtiyê li dar xistin, li ser asta Rojava deng dan û bang li hemû rewşenbîran kir ku cihê di nava Yekîtiyê de bigirin, da neteweya demokratîk bi pêşengiya rewşenbîran were avakirin.

Her wiha Mustefa bal kişand ser rola jinê di nava xebatên Yekîtiyê de û wiha got: ″Beşdariya jinê, rengekî cûda da nivîsan. Bi riya avakirina Komîna Jina Rewşenbîr, dê rola jinê bêtir di Yektiyê de were aktîfkirin.″

(mm)

ANHA