Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Bi zagonên fedraliyê wê civak rêveberiya xwe bike`

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN– Endamê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Ebdulqadir Miwehid got ku bi riya zagonên hilbijartin û rêvebirina herêman dê her civakek li gorî taybetmendiyên xwe, rêveberiya xwe bike.

Endmaê Meclîsa Rêveber a Polîtîk ê Partiya Modernîteya Demokratîk a Sûriyê û endamê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Ebdulqadir Miwehid derbare zagonên hilbijartin û rêvebirina herêman a ku Meclîsa Damezrîner a Fedraliyê 27-28`ê Tîrmehê erekirî  ji ajansa me re axivî.

Miwehid di destpêka gotinên xwe de anî ziman ku zagonên rêvebirina herêman û hilbijartinan di pêvajoya de tişta herî girînge ku were kirin û wiha got: ʺEz bawer im ku di vê pêvajoyê de tişta herî baş hat krin, ev bû. Şert û mercên herêm tê re derbas dibe û neqşeya demografîk û polîtîk a Bakurê Sûriyê di ber çavan re derbas kirine. Ji bo zagonên hilbijartinan jî du tişt dihatin xwestin; yekemîn diviyabû ku ji hinek eybên demokrasiya kevin dûr mabane, duyemîn jî civakên herêmî werin çalakirin da ku bikarbe xwe bi xwe birêvebibe.

Di nava gotina Miwehid hat gotin ku Sîstema Federal yekîtî û hevdû temamkirine û ji bo her herêmek bi awayekî xurt xwe bi rêvebibe pêdivî bi zagona rêvebirina herêman hat dîtin.

Di berdewamiya gotinên Mihewehid de wiha hat gotin:ʺ Bi riya zagona rêvebirina herêman her civakek dikare Ii gorî taybetmendiyên xwe, xwe birêxistin bike. Bi Sîstema Fedraliyê re wê her herêmek bi awayekî xurt xwe birêvebibe. Meclîsê her kantonekê heye û dê li Kongreya Gelên Demokratîk li hevdû kombibin.

Ji bo bajarê Reqayê û Minbicê jî Miwehid wiha got:ʺ Herêmên ku rêveberiyên wan ên sivîl û demokratîk hene û herêmên xwe birêvebibin, eger bixwazin tevlî fedraliyê bibin, dê daxwaza xwe ji bo Kongreya Gelên Demokratîk rêbikin. Kongrê jî wê daxwaza wan binirxîne û li gorî wê bersiv bide.ʺ

Li ser mijara hilbijartinên Fedraliya Bakurê Sûriyê Miwehid wiha got:ʺ Dê hemû meclîs ji %60 werin hilbiajrtin û %40 jî wê li herêmên hemû pêkhate lê hebin bi awayekî hevseng hilbijartin çêbibe. Her wiha wê ji %50 jin ciyê xwe di nava hemû meclîsan de bigrin. Kesên ji bo meclîsê têne hilbijartin dikarin du caran tevlî hilbijartinan bibin.ʺ

Endmaê Meclîsa Rêveber a Polîtîk ê Partiya Modernîteya Demokratîk a Sûriyeyê û endamê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Ebdulqadir Miwehid di dawiya gotinên xwe de got: ʺEm bawer in ku di jiyanîkirina Sîstema Fedraliyê de wê îradeya gel biserbikeve.ʺ

(np)

ANHA